Cesedên 3 kesên ku ketibûn bîra avê hatin derxistin
Hat ragihandin cesedên 3 kesên ku 2 ji wan birayê hev bûn û ketibûn bîra vê hatin derxistin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Balverena Şirnexê 3 kesên ku berî niha di madena bêrûxset a ku berî niha xebatên wan hatibûn qedexekirin û hatibû girtin de dixebitîn ji bo rajin amûrên xwe cardin çûn madenê, lê her 3 karker ketin bîra avê û jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ji kesên ku di bîra avê de jiyana xwe ji dest dane 2 kes bira ne. Navên wan jî wisa ne: Abdurrahman û Omer Tunç, Îdrîs Înal.
Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re gelek ekîbên ambûlans, AFAD û cendirmeyan hatin sewqkirin cihê bûyerê. Di bîra ku kûrahîya wê 60 metroyê de xebetên lêgerînê hatin kirin û bi hewildanên AFADa Wanê cesedên her 3 kesan ji bîra avê hatin derxistin.
Cesed bo otopsîyê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.