Chp û Mhp Dibêjin
Bila Azadiya Îbadetê, Nekeve Pêş Nîzama Qamuyê”
Komîsyona lihevkirina qanûna esasiya nû, piştî tatîla 21 rojan, ji bo xebata qanûna esasî, do civiya. Di civînê de, ji partiyên CHP û MHPê, der barê îbadetê de teklîfên balkêş hatin diyar kirin. Her dû partî jî dixwazin ji azadiya îbadetê re, li gor nîzana qamuyê sînor bê dayîn.
CHP dixwaze derza “Dîn Kulturu” ji mecbûriyetê derkeve. CHP di teklîfa xwe de wiha dibêje. “Her kes di beyan û belavkirina dîn û baweriya xwe de azad e. Îbadet, ‘ayîn û merasîmên dînî serbest in. Lê vana, bi sebebên parastina nîzama qamuyê, sihheta giştî û heq û azadiyên kesên din, dibe bên sînor kirin.” MHP jî di teklîfa xwe de wiha dibêje “Îbadet û merasîmên dînî, bi amanca parastina nîzama qamuyê, exlaqê giştî û heq û hurriyetên kesên din, dibe bên sînor kirin.”
Îfada her du partiyan tê vê me’nê ku bi sebeb nîzama qamuyê, dibe rê li ber îbadetê bê girtin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.