Çi Xizmet! Ji Bo Êlihê Bînaya “Ozel Herekatê”

Çi Xizmet! Ji Bo Êlihê Bînaya “Ozel Herekatê”

Çi Xizmet! Ji Bo Êlihê Bînaya “Ozel Herekatê”Dewlet, di şûna ku li bajarên Kurdistanê fabrîqe, kargeh û ciyên bi kêrî dîn û dinya wan were veke, an qereqol, an girtîgeh an jî merkezên hereketa bi taybet an go Ozel harekatan vedike.

 Dewlet, di şûna ku li bajarên Kurdistanê fabrîqe, kargeh û ciyên bi kêrî dîn û dinya gel were veke, an qereqol, an girtîgeh an jî merkezên hereketa bi taybet an go Ozel harekatan vedike. Ev polîtîkaya ku ji sed salî vir ve ye didome, di dewra akpê de jî neguherî.

Li gor agahiyan Wezîrê Karên Hundir, Îdrîs Naîm Şahîn ji bo xizmetekî gelek girîng hatiye Êlihê! Gelo hûn meraq dikin vê çi xizmete newsa, gelo fabrîqeyek vekirine zarokên me wê bikevin kar, gelo zanîngeheke weke a ku di xeyalê Bedî’uzzeman Se’îdê Kurdî de ye vekirine ku xortê me tê de fêrî dîn û dinya xwe bibin?... Na xêr ne yek ji vana ye. Îdrîs Naîm Şahîn hatiye ku temelê bînaya “Ozel Herekatê” a nû veke. Li gor agahiyên hatine sitendin maliyeta vê bînaya nû 24 Milyon lîra ye.

Gelê, dizane bê me’na Ozel Herekatê ji bo wan çi ye. Avahiyên “Ozel Herekatê” ji salên 80-90î gele qenc nasdikin, ji xwe pêdivî jî nîne ku em ji we re mijarê vekin jî.

Wezîr Şahîn, di merasîmê de jî xeberdanek kiriye û gotiye: “Li Tirkiyê me temelê çi projeyî avêtibe, ew proje rojekî pêkhatine. Em hatin da ku bi nêrîneke cuda em li Êlihê binihêrin. “ Nêrîna cudaye gelo çi ye em jî meraq dikin. Xweda gelê me biparêze. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.