​Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê: Pêwîst e temamê şipheyên di warê qezaya li Dêrikê de bên ronîkirin

Îshak Saglamê Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir, li Dêrikê berî niha jî ew TIR û wesayîtên ku barên wan giran in bûne sedema qezayan û got, ger kêmasî û îhmal hebin divê ev yek bê lêkolînkirin.

Îshak Saglamê Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê û lijneye pêre ya ku tê de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdurrahman Cens, Endamê GÎKê yê HUDA PARê Vedat Turgut û çend rayedarên din jî hebin pêkve çûn serdana wan kesên ku ji ber qezaya ku li Dêrikê pêk hat birîndar bûn. Piştî ziyareta birîndaran heyet çû ba malbata wan kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dan.

“Ev qeza ne ya ewil e, em hêvî dikin ku ev ya dawî be”

Saglam piştî ziyaretan li cihê ku lê qeza pêk hat derbarê mijarê de daxuyanîyek da û destnîşan kir “Musîbeteke mezin hat li serê Dêrikê. Em ji Xwedê ji bo wan kesên birîndar şifa û ji bo kesên rehmetkirî jî rehmetê daxwaz dikin.Belê ez yek di zahir de qek qezayekê xuya dike. Lê belê bi qasî ku em dibînin rê nebaş e û ji ber ku wesayîtên balhilgir ên ku barên wan giran e bûne sedema facîayeke mezin. Em hêvî dikin ku ev musbet bibe wesîle ku rayedar tedbîrên pêwîst bigirin.Ew kesên ku me bi wan re hevdîtin kir dibêjin ku ev wesayîtên barhilgir berî niha jî bûne sedema qezayan. Ev qeza ne ya ewil e, em hêvî dikin ku ev ya dawî be.”

“Divê tevdîrên lazim heta ku mekteb vebin bên temamkirin”

Saglam di dawîya nirxandina ku kir de derheqê tevdîrên lazim ên ku bên standin de wisa got: “Divê li vê derê bihureka jêrîn û jorîn bê çêkirin. Divê nexasim ev yek berî ku mekteb bên vekirin bên temamkirin. Xisûsa duyemîn jî lêkolînkirina barê wan barhilgiran e.Divê ev yek jî bê lêkolînkirin. Lewra di vî warî de gelek şiphe hene û tê diyarkirin ew barhilgir zêdeyî qeweta xwe bar hildigrin.Divê ev yekê bi lez bê ronîkirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.