Cihê Turbeya650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

Cihê Turbeya650 salî yê Zeynel Beg sibe tê guhartin

Cihê Turbeya650 salî yê Zeynel Bega li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dê sibe bê guhartin.

Kişandina berhemên dîrokî yên ku  dê li Heskîfê di bin Bendavan Ilusuyê de bimînin dest pê dike. Cihê Turbeya  650 salî yê Zeynel Beg  a li Heskîfa Êlihê ye û ew ê ji ber Bendava Ilisuyê di bin avê de bimîne dê sibebi pergaleke taybet bê guhartin û ew ê li Qada Parka Çandî ya Nû bê danîn. Li gor agahiyan ku hatine wergirtin kişandin dê sibe di wextên şeveqê de bê kirin.

Berhema ku tê xwestin bê kişandin berhema ewil a ku dê cara ewil li Heskîfê bê kişandine. Hat diyarkirin mesrefa kişandina turbê nêzî 16 milyon TL ye û ew ê  Wezîrê Karên Avê û Daristanê Veysel Eroglu jî beşdarî merasîma kişandinê bibe. Ew ê piştî vê kişandinê gelek berhemên dîrokî yên din jî bên kişandin.

Kurtedîroka Turbê

Turbeya Zeynel Beg ji teref Akkoyuniyên ku di navbera salên 1462-1482an de li Heskîfê desthilatdarbû ve  hatiye çêkirin. Zeynel Beg lawê Uzun Hasanê hikûmdarê Akkoyuniyan e û di şerê  Otlukbeliya ku di navbera Osmanî û Akkoyuniyan derket de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.