Çîleya Heriyê Ya Xwendekaran

Çîleya Heriyê Ya Xwendekaran

Li Wêranşehra Rûhayê li gundê Zikreşê xwendekar ji ber çîleya heriyê perîşan in. Gava ku berf û baran dibare, riya gund ji heriyê rê nade wesayîtan.

Li Wêranşehra Rûhayê li gundê Zikreşê xwendekar ji ber çîleya heriyê perîşan in. Gava ku berf û baran dibare, riya gund ji heriyê rê nade wesayîtan. Xwendekarên ku bi sîstema veguhastinê diçin mektebê, di hewaya şilî de şerpeze dibin.

Di heqê derd û problemên gund de muxtar Eyup Sicak, ji ajansa Îlkeyê re xeber da. Mûxtar da zanîn ku, digel ewqas teşebbus û muracaetan jî, riya gundê wan nayê çêkirin. Muxtar wiha got “Muracaetên me yên li Walîtî, qeymeqamtî, yekîtiya ku xizmetên gunda dikin û belediyê, tev bê cewab man. Hem gundî hem jî xwendekar marûzî mexdûriyet û şerpezehiyeke mezin in.”

Ezayê gund Mahmût Akin jî wiha got “Digel hemî teşebbusên me hun halê riya me dibînin.”

Gundî dixwazin ku riya wan bê çêkirin, da ji wê perîşaniyetê xelas bibin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.