Çîleya Multeciyên Araqaniyan

Çîleya Multeciyên Araqaniyan

Li Bangladeşê zêdetirî 70 hezar multeciyên muslumanên Araqanî, yên ji ber zulm û qetlîamên Bûdîstên hov û har reviyane, di talûka lehiya avê de ne.

Li Bangladeşê zêdetirî 70 hezar multeciyên muslumanên Araqanî, yên ji ber zulm û qetlîamên Bûdîstên hov û har reviyane, di talûka lehiya avê de ne. Ger ji vê pirsgirêkê re çare neyê dîtin, wê ji ber van lehiyan nexweşiyên şewbê biqewimin.

Muslumanên Rohîngyayê ji ber êrîşên Bûdîstan, xwe avêtine ber sînorê Bangladeşê. Feqet niha li ser îqaza firtoneya Mahasenê, di nava Myanmarê de xwe disitirînin. Li Raqînê nêzî 70 hezar musluman di talûka lehiyê de ne. Tê gûmankirin ku baranên Mûsonê û pey re jî nexweşiyên şewbê biqewimin. Li eyaleta Sîtweyê, Komîsertiya bilind ya multeciyan ya dewletên yekbûyî, ji bo multeciyan 4 hezar û 600 kon peyda kirine, 12 merkezên teqawîd ava kirine. Her wiha dewletên yekbûyî îqaz kir ku ji ber bagera Mahasenê divê multeciyên di qempan de bên tehliye kirin.

Li aliyê din li Araqanê hê hemî camî girtî ne. Îznê nadin nimêja cenazeyê jî. Musluman bi şev hinek bertîlê didin îdarevanên mehelî û nimêja cenazeyê dikin. Komîsyona ku ji teref hikûmetê ve hatibû tayînkirin, raporek amade kir. Di raporê de ji bo hadîseyên şîddetê alimên musluman tên sûcdarkirin. Di raporê de behsa keşeyên Bûdîstên har û şebeka 969a ya orguta terorê ya Bûdîstan nayê kirin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.