'Çima PKK berî şoreşa Sûriyê hêz nedişandin rojavayê Kurdistanê?'

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê frakisyona Komela Îslamî li parlamentoya Kurdistanê ji hêz û aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê daxwaz dike bi awayekî siyasî li gel bûyeran tevbigerin.

Bila rojavayê Kurdistanê îbretê ji şerê navxwe yê başûrê Kurdistanê werbigire

Serokê frakisyona Komela Îslamî li parlamentoya Kurdistanê Aram Qadir, derbarê aloziyên vê dawiyê yên rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Ez bi xwe bawer nakim ti pirsgirêkek bi riya hêzê bê çareserkirin. Em hêvîdar in gelê kurd li Sûriyê pend û şîretan ji başûrê Kurdistanê werbigire. Li başûrê Kurdistanê, me şerekî navxwe yê xwîndarî heta çend salan da destpêkirin, lê ti hêz tê de sûdmend nebû. Vî şerî Herêma Kurdistanê di aliyê aborî û civakî de bi paş xist. Ger bê û kurd bikarin bi awayekî siyasî li gel rewşê tevbigerin, dikarin sûdmendên yekemîn bin lê ger îbretê ji başûrê Kurdistanê wernegire yekem zirarmend wê kurd bin.”

Nakokiyan şoreşa Sûriyê bi paş xistine

Aram Qadir derbarê egera derketina şerê navxwe li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê got: “Her ji destpêka şoreşê ew tirsa min hebû şerê navxwe di navbera kurdan de li rojavayê Kurdistanê derkeve û şer di navbera kurdan û dijberiya Sûriyê de rû bide ku ev yek zirarê digihîne kurdan û şoreşa Sûriyê. Lê em hêvîdar in hemû pirsgirêk bi riya gotûbêj û xebata siyasî bên çareserkirin û rê bê girtin li ber derketina şer, çiku ti alî tê de sûdmend nabe.”

Ji ber çi PKK di dema tevkujiya kurdan ji aliyê rêjîma Beesê hêz nedişandin?

Aram Qadir di rûpela xwe ya taybet de li ser Facebookê dibêje: “Di nûçeyan de min bihîst ku PKK gefa şandina hêzan ji bo rojavayê Kurdistanê xwariye ji ber ku kurd ketine jêr êrişan. Ez piştevaniya şoreşên gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê dikim, lê li vir pirsyarek xwe ferz dike çima gava şoreşa Sûriyê derneketibû ev hêz ji bo rojavayê Kurdistanê nehat şandin? Ger sitemlêkirin û şehîdkirina welatiyên kurd bê, bi dirêjiya 40 salî partiya Beesê li Sûriyê kurdan dikuje û penaber dike û nasnameya wan zeft dike. Şandina hêzan di vê demê de çend nîşanên pirsyar û metelmayînê dirust dike.”

Serokê frakisyona Komela Îslamî ya Kurdistanê di bersiva Rûdawê de derbarê hewldanên Komela Îslamî ya Kurdistanê ji bo ji hevdu nêzîkirina aliyên nakok ên dijberiya Sûriyê û hêzên kurdî, got: “Ti hewldanek ji bo ji hevdu nêzîkirina dijberiya Sûriyê û hêzên kurdî ji aliyê me li holê nîne. Pêwendiyeke me ya wiha li gel wan herdu aliyan nîne ku bandora me li ser bûyeran hebe. Lê em hêvî dikin hemû alî hevdeng û hevhelwest bin çiku bê guman ev bandoreke pir xerab li ser wê yekê dike ku şoreşa Sûriyê di dema xwe de negihîje armancên xwe û şoreşa Sûriyê bi paş xistine.”

Aram Qadir derbarê çarenivîsa rêjîma Esed û guherînên deverê, daxuyand: “Bûyerên Sûriyê girêdayî hemû welatên derdorê ne. Bê guman Beşar Esed ber bi dawî diçe û desthilata rêjîma Beesê wê bi dawî bibe. Piştî ketina Beşar Esed, guherîn li hemû rojhilata Navîn rû dide di aliyê siyasî de û rewşê ber bi aliyekî nû dibe ku ger bê û kurd bikarin bi awayekî siyasî li gel rewşê tevbigerin dikarin sûdmendên yekemîn bin. Ev girêdayî hêzên rojavayê Kurdistanê ye ka çawa li gel dijberiya Sûriyê tevdigerin, çiku Esed bêguman ber bi dawî diçe. Bi roja ji sedî 60ê xaka Sûriyê li jêr destê dijberiyê ye û bi şev ev rêje dibe ji sedî 90. Her îro (duh) desthilata Beşar Esed Şam bombebaran kir ku ev bi xwe nîşaneke ku ev desthilat pir lawaz bûye û ber bi dawî diçe.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.