Çîn: Ewê Emrîqa bedêla xetaya xwe bide

Çîn: Ewê Emrîqa bedêla xetaya xwe bide

Serokatîya Karên Derve yê Çînê ji zîyareta Nancy Pelosîya Serokê Meclîsa Temsîlkarên ya Emrîqayê li Taywanê re, daxuyanîya “Ewê Emrîqa bedêla xelata xwe bide” kir.

Zîyaretkirina Nancy Pelosîya Serokê Meclîsa Temsîlkarên ya Emrîqayê û lijneya ku bi 5 kesan sazdibe û bi wê re bûn li Taywanê kir, di naverbera Çîn-Emrîqayê de bû sedema rageşî û gengeşîyê.

Nîcholas Burnsê Sefîrê Çînê yê Emrîqayê, ji Wezareta Karên Derve ya Çînê re hat bangkirin.

Li gorî ajansa fermîya Çînê ya Xinhuayê, Xîe Fengê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Çînê, di hevdîtinê de “bi qewet” bertek nîşan da.

Hat destnîşankirin ku wezîr ji sefîr re got ku “Ewê Emrîqa bedêla xetaya xwe bide” û ji sefîr re got ku ev pirsgirêkên ku ev zîyaret bûye sedem, ji bona ku vegere paşpêkî bang kir ku bila Washington dest bi hereketê bike.

Hua Chunyingê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê jî weha got, “Emrîqa, ew ê bedêla hindik dîtina menfeatên ewlehîya mafên serbixwe yê Çînê bide û wê mesulîyetê li ser xwe bar bike.”

John Kirbyê Berdevkê Pentagonê jî got ku gerek zîyareta Pelosîyê nevegere krîzek e.

Kîrby, derheqê berteka leşkerî ya bireveberîya Pekînê de jî axivî û got ku “Ewê Emrîqa rapêşîya hêz ya leşkerî nîşan nede.”

Çîn, li Taywanê bi çavê welateke cuda nanêre û li wê derê jî ‘erdê xwe dihesibîne. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.