Çînê Xwest Dest Bideser Cenaza Alimê Ûygûr

Çînê Xwest Dest Bideser Cenaza Alimê Ûygûr

Hêzên Çîna qomonîst, xwestin ku dest bidin ser cenaza alimê Ûygûr. Lê xelkê musluman rê nedan wan.

Hêzên Çîna qomonîst, xwestin ku dest bidin ser cenaza alimê Ûygûr. Lê xelkê musluman rê nedan wan.

Alimê Îslamê Ebdulqadîr Qarî Hecîyê ku melayê camiya Kaşgar Hîtgahê ye, berî niha wefat kiribû. 3 roj berê, piştî nimêja sibehê, zêdetirî 30 hezar musluman tevlî cenaza wî bûn. Hêzên qomonîst 3 caran teşebbus kirin ku dest bidin cenaza alimê han, lê bi deh hezaran musluman, xwe di erdê dan û li ber vê zorbatiyê sekinin. Bi deh hezaran muslumanê Ûygûr, bi qederê 5 kîlometre bi hev re, bi tekbîran di kuçên Kaşgarê de meşiyan heta ber qebrîstanê. Cenaza alimê xwe teslîmî hêzên Çîn nekirin. Li gor adetên Îslamî definandin.

Wekî tê zanîn rejîma Çîn, li Tirkistana rojhilatê zorbatî û zordestiyê dike. Nahêle ku musluman li gor emrê Îslamê cenazên xwe jî bidefinînin. Li ber emr û sembol û şîarên Îslamê, radibe û te’deyan li muslumana dike. Ğîret û berxwedana muslumanê Kaşgarê, di nav muslumanê welatê Çînê de, bû sebebê kêfxweşî û îftîxariyê.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.