Civîna Dostên Sûriyê

Civîna Dostên Sûriyê

11 wezîrên karên derve yên welatên grûba dostên Sûriyeyê, li Urdunê civiyan. Grûbê beriya civîna bi navê “Cenevre 2”yê li ser tesbîta xerîta rênîşanî sekinî.

11 wezîrên karên derve yên welatên grûba dostên Sûriyeyê, li Urdunê civiyan. Grûbê beriya civîna bi navê “Cenevre 2”yê li ser tesbîta xerîta rênîşanî sekinî.

Civîna grûbê li paytext Ammanê pêk hat. Digel wezîr Ahmet Davutoğlu, wezîrên karên derve yên Qatar, Siûdî, Urdun, Misir, Yekîtiya Emîrtiyên Ereb, Îngîlîstan, Emrîka, Îtalya, Elmanya û Fransayê, rayederên wan yên payebilind û temsîlkarên koalîsyona mixalîfa hêzên şoresgerê Sûriyeyê tevlî civînê bûn.

Nêzî du saetan wezîr bi hevûdin re hevdîtin pêk anîn. Fikrên xwe pêşî hev kirin. Hemî wezîran beyan kirin ku  xwînrijandina li Sûriyê rojek berê rojekê bê sekinandin. Ahmed Davûdoğlu encamnameyê nirxand û îfade kir ku hinekan agahî dane ku, rejîma Esed sîlehên kîmyewî bi kar anîne.

Di meha bê de li Cenevreyê ji bo Sûriyê civîneke din tê lidarxistin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.