Civîna Nasandina Namzetan
Partîya Doza Azad Huda Parê li Dîyarbekirê...
Partîya Doza Azad Huda Parê li Dîyarbekirê, di civîna medyayê de namzetên xwe yên ji bo şaredarîya Amedê dan nasîn.
Civîn bi xwendina Quranê dest pêkir.
Serokbajarê Huda Parê yê Amedê Şêxmûs Tanrikûlû, Şaredarîya bajarê mezin yê Dîyarbekir di serîde, namzetên şaredarîyên merkez û navçeyan dan nasîn.
Tanrikûlû der heqê namzetan de axivî û îfadekir ku wê hemî namzetên wan, ji bo mesleheta xelkê xwe bixebitin û xizmetê bikin.
Serokbajarê Huda Parê da zanîn ku li ser neqandina namzetan pir nişmî tevgerîyane. Namzetên wan yên ji bo şaredariyê hatine neqandin, xizmeta ji xelkê re, wek xizmeta ji heq re dibînin.
Di civîna medyayê de namzetê şaredarîya bajarê mezin ya Amedê parêzer Huseyîn Yilmaz jî da zanîn ku wê namzetên wan, ji bo riza Xweda xizmetkarê xelkê bin. Wê bi saya namzetên wan, beledîye bibin ên gel. Yılmaz bal kişand ser wê yekê ku kesên ji ber mucadela sîyasî ji xelqê re xizmetê nakin, tewra wan nayê qebûlkirin.
Parêzer Yilmaz di dewama xeberdana xwe de weha got: “Pêdivî bi kesên kû ji nava xelkê derketine, daxwaz û pêdivîyên xelkê dizanin û wê daxwaza parastina dîn û zimanê xelkê bikin heye. Dem dema ku ehlê Dîyarbekirê xizmetê bibîn. Em ê xortomên gendelîyê yên bi wasîteya beledîyê tên kirin bibirin û em ê nehêlin ku malê xelkê ji alîgiran re bê pêşkêşkirin.’’
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.