Civîna Şêwrê

Civîna Şêwrê

Hereketa Mustezefan Li Çabakçûrê Civîn Li Dar Xist

Hereketa Mustezefan di çarçova civînên xwe yên şêwrê de, li Çabakçûrê civînek li dar xist. Di civînê de li ser amanca avabûnê, hedef û xebatên hereketê hat xeberdan.

Hereketa Mustezefan, civînên xwe yên şêwrê didomîne. Yek ji wan li Bîngola Çabakçûr hat li dar xistin. Civîn bi xwendina Quranê dest pê bû. Ewilî yek berdevkê hereketê parêzer Huseyîn Yilmaz xeberda. Pêşî li ser sebebê tercîha tevgreke siyasî sekinî, dûre jî li ser şeklên xizmetên hereketê ya ji xelkê re xeber da. Diyar kir ku “Êdî komelî ji me re teng e. Komel rasterast nikarin mudaxela tiştan bikin û siyasî tiştekî pêk bînin. Gelek telebên me û xelkê yên biheq û rast hene ku divê em diyar bikin û li ser bisekinin. Lewra em camîakê mezin in. Divê ku em ne lihêviya kesê din bin ku li me tiştan biecibînin.”

Piştî xeberdana Huseyin Yilmaz, derbarê siyaseta hereketê de, sewal hatin pirsîn û hatin cewab kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.