Ciwanên Ğezzeyê
Wê Îran Ciwanên Ğezzeyê Perwerde Bike
Di navbera îdara Hamas û Îranê de, ji aliyê hevkariya çand û kulturê ve peyman hat îmze kirin.
Şêwirmendê wezîrê kulturê yê Hamasê Ebdulfettah Ebû Zayîd, di civîna medyayî de diyar kir ku di heyama ziyareta wezîrê çand û kulturê Muhammed el Medhûn ya li Îranê de, vê peyman hatiye îmze kirin. Zayîd îfade kir ku Medhûn bi mewkîdaşê xwe yê Îranî re peymana ku 18 maddeyan pêk dihat îmze kiriye.
Li gor vê peymanê, di navbera her dû dewletan de wê veguhestina şaxên ciwantiyê bê kirin, ciwanê Filistînî wê karibin li Îranê tahsîla sînemayê bibînin, wê her dû dewlet bazarkarî kirin û belavkirina fîlmên her dû dewletan bikin, wê li Ğezze û Tehranê hefteyên sînemayê yên der heqê Filîstîn, Quds û Întîfada li dar bixin.
Di bergehê peymanê de, wê pêşangeh û pêşbirkên Quran û siyerê bên li dar xistin, wê kitêbên nivîskarên Îran û Filîstînî yên der heqê berxwedana Filîstînî de, bên tercume kirin, çapkirin û belavkirin. Der heqê doza Filîstînê de konferansên herêmî û navnetewî bên li dar xistin.
Her wiha Zayîd diyar kir ku Îran amade ye ku li Ğezzeyê der heqê berxwedana Filîstînê de muzekê veke û kompleksa sînemayê ava bike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.