Coşa Mewlûda Pêxember
Hz Mûhammed (‘eleyhîsselat û wesselam) ji aleman re bi rehmetî hatiye şandin. Cîhan û însaniyet her tim mixtacê nûr û doza wî ne.
Hz Mûhammed (‘eleyhîsselat û wesselam) ji aleman re bi rehmetî hatiye şandin. Cîhan û însaniyet her tim mixtacê nûr û doza wî ne. Ji bo fêmkirina dîn û doza wî, bernameyên mewlûdê tên lidarxistin. Bi vê minasebetê li navçeyên Îskenderûn, Gebze, Mût û Îmamoğluyê mewlûd hatin rastkirin.
Li Gebzeyê bi alîkariya komela Dost-Derê li meydana Cimhûriyetê bernama mewlûdê hat rastkirin. Bername bi xwendina Quranê dest pê bû. Bi mewlûdê dewam kir. Serekê komelê Îzzet Kazak di xeberdana destpêkê de li ser ehemmiyeta evîna Hz Resûlûllah û selewatan sekinî. Yûsûf Tûtak Xoca li ser wezîfa evîndarên pêxember peyivî. Nivîskar Mûrat Halîç jî di xeberdana xwe de îfade kir ku, ev millet ji hz Resûlûllah pir hez dike. Ji lew divê heyata pêxember ji xwe re bike nimûne. Pey îlahiyan bername bi xwendina duayê qediya.
Her wiha li Îskenderûnê jî, li bazargeha Cum’eyê, bernama mewlûdê hate lidarxistin. Millet teweccuhek mezin nîşanî mewlûdê dan. Pey xwendina Quranê bername bi xeberdana destpêkê ya serekê komela Îlîm-Derê Îbrahîm Xelîl Duvarci ve dewam kir. Duvarci da zanîn ku, hinek ji eşqa pêxember aciz in. Xelkê bi vê tevlîbûnê cewaba wan daye. Kesên dijminantiya pêxember kirine daîm winda kirine.
Mûzaffer Karavîl Xoca jî di xeberdana xwe de li ser heyata pêxemberê me xeber da û beyan kir ku, însaniyet encax bi dînê hz Mûhammed dikare ji vê cehalet û xerabiyê û tarîtiyê xelas bibe. Xwendina mewlûdê, hunirandina îlahiyan millet coş kir. Bername bi duayê qediya.
Wekî tê zanîn berî niha belediya CHPê bi behana ewlehiyê nehiştibû ku, bernama mewlûdê li meydana Anitê bê lidarxistin. Feqet do li vê meydanê çalakiya yekê Gulanê hatê rastkirin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.