Coşa Mewlûdê Nêz Dibe
Platforma Evîndarên Pêxember ya ku li seranserê welêt çalak û fealiyetên wîladeta pîroz li dar dixe, îsal civîna xwe ya ewil rast kir.
Platforma Evîndarên Pêxember ya ku li seranserê welêt çalak û fealiyetên wîladeta pîroz li dar dixe, îsal civîna xwe ya ewil rast kir. Koordînatorên platformê li Diyarbekir civiyan. Platformê da zanîn ku wê îsal zêdetir aktîvîte û fealiyetan li dar bixe.
Koordînatorê giştî yê platformê parêzer Ebdulğanî Orhan, piştî civînê ji ajansa xeberan ya Îlkeyê re, li ser civîn û fealiyetên platformê xeber da. Orhan beyan kir ku, wê di nêz de, civîneke din jî li dar bixin û teqwîma bernameyên wîladetên pîroz, bi qamû û medyayê re parve bikin. Parêzer Orhan îfade kir ku, wê mîna salên borî, dîsa kampanyayê selewatan dest pê bikin û ji bo evîn û naskirina heyat û doza pêxemberê me, fealiyetan rast bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.