Cotkarên ku ‘erdên wan li hember ziwayîyê ne sîstema avdanê danîn

Cotkarên ku ‘erdên wan li hember ziwayîyê ne sîstema avdanê danîn

Cotkarên ku di meha Nîsanê de hêvîya baranê de bûn ku baran jî nebarî, ji ‘erdên xwe re bi îmkanên xwe yên kêm li hember talûkeya ziwayîyê sîstama avdayînê dayîn.

Li Êlîhê barana ku di meha Nîsanê de bibarîya nebarî, ji ber vê yekê cotkar jî ji bona ‘erdên xwe çareserîyên dinê dîtin.

Cotkarên ku di nav ‘erdên xwe de misiran danîbûn û ji ber ku barana meha Nîsanê nebarîya ji bona avdayîna ‘erdên xwe dest bi xebateke mezin kirin.

Cevzat Severê ku ji ber ziwayîyê di nav endîşeyekî de ye got ku vê salê ‘erdê xwe yê 200 donimî re tovên misirê avêtîye.

“Bi sedan cotkar ev mexdurîyetê dikşînin”

Sever di axavtina xwe de destnîşan kir ku avdayîna bi îmkanên xwe mexdurîyetên mezin çêdike û li axavtina xwe weha zêde kir, “Bi giştî piştî ku em tovên misiran davêjin hêvîya me li barîna baranê heye. Vê salê jî barana Nîsanê nebarîya. Ji ber ku baran nebarî em di nav pirsgirêkekî mezin da ne. Ji ber ku rewş wisakîye em jî bi îmkanên xwe avdanîyê dikin lê qewate me ew qas tineye. Ez jî mecbur mam û çûm bi emanetî ji yekî dinê sîstema avdanîyê girtim. Bi sedan cotkar wek min vê mexdurîyetê dikşînin. Di vê rewşê de ew ê cotkar gelek mexdur bibin.”

“Alîkarîyên ku tên dayîn qîm nake”

Sever di berwama axavtina xwe de destnîşan kir ku li welat dema ku cotkar tinebe di wê welatê de heyatek nayê jîyankirin û ew li axavtina xwe weha berdewam kir, “Çîmkî cotkar hilberîner e. Pakêtên alîkarîyê yên ku ji teref Wezareta Zîreatê ve hatîye belavkirin hene. Lê gelek cotkar ji vê pakêtê nikarin feyde bigrin. Ji ber vê yekê mexdurîyet çêdibe. Her tişt baha bûye, di hinek tiştan de ji sedî 300 zem hatîye ser. Sala borî tona zibilê yê ku min 2 hezar û 500 TLyî distand niha di nêzê 14 hezar TLyî de ye. Êdî em nizanin çi bikin. di destê me de tiştek jî tineye. Alîkarîya dewletê gelek hindik e, ji ber vê qîma cotkaran nake. Dewlet li gorî 3 sal berê alîkarîyê dide. Alîkarîya ku 3 sal berê dihat dayîn wê çaxê qîma 100 donimê dikir, lê encax qîma 30 donimê jî nake. Ji ber vê em mexdurin. Heta ku çi qas îmkan hebe gerek alîkarî ji cotkaran re bê dayîn.

‘Erdên me li hember ziwayîyê ne

Cotkar Şukru Yanar jî derheqê ziwayîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku hê baranên meha Nîsanê nebarîya û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Vê salê barîn başbû lê barana Nîsanê yê ku me hêvî dikir hê nebarî. Ji ber ku baran nebarî em ketin nev rewşekî zor. ‘erdên me jî ji ber ku baran nebarî li hember ziwayîyê ne. Ji ber vê me jî sîstema avdanîyê danî.”

“Ji ber malîyetan alîkarî qîm nekir”

Yanar di berdewama axavtina xwe de got ku ji ber fîyetên zêde îmkanên wan qîma standina sîstema avdanîyê jî nake û li axavtina xwe weha zêde kir, “Ez bi emanetî jî nikaribûm ji cîkî bistanda. Ev sîstem bi her cotkar re jî tineye. Dewlet alîkarîyê da me, lê ji ber fîyetên malîyetên ku zêde bûne ew jî kêm ma. Daxwazîya me ya ku em ji dewletê dikin ev e ku bila ji cotkaran re alîkarîya mazot, amûr û zibilan zêde bike. Lazim e ku ev alîkarî ji hemû cotkaran re bê dayîn.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/43dGAoOMUUg

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.