Cûnta Misrê Tunel Girtin

Cûnta Misrê Tunel Girtin

Cûntaya Misrê ğûlamtiya rejîma terorê Îsraîl û dagirkerê Emrîkayê dike.

Di vê çarçovê de ordiya Misrê 3 tunelên din yên di sînorê Ğezzeyê de ne jî xera kirin.

Li gorî şahidan 3 tunelên li cezîra Sînayê, ji teref ekîbên hêzên çekdar yê Misrê ve hatine xerakirin. Ordiya Misrê di heqê hadîseyê de tu beyan nekir. Lê rayedarekî emniyeta bajarê Refahê diyar kir ku, wê xerakirina tunelan dewam bike. Ordiya Misrê berî niha jî gelek tunel xera kiribûn.

Li aliyê din serekwezîr Tayyîb Erdoğan darbekerên Misrê red kirin. Di civîna îdarî ya partiya AKPê de qirar hat dayîn ku, tu tawîzê nedin darbeya Misrê. Di vê çarçovê de Erdoğan, teleba hevdîtinê ya alîkarê serekcimhûrê ğeyrî meşrû Muhemmed Baradeyê red kir.

Di civînê de qirar hat dayîn ku hikûmeta cûntaya Misrê neyê naskirin û Tirkiye li ber darbeya han tu tawîzê nede. Digel vêya jî hat pejirandin ku bi îdarevanên nû re têkilî bê dewamkirin. Serekwezîr Erdoğan di civîna partiyê de wiha got “Serekcimhûrê me yê Misrê Mûrsî ye. Xwestin ji bo meşrûiyeta xwe, me bikin wasîte, lê me red kir.”

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.