Dadgeha Tehkîm a Parîsê: Mafê Kurdistanê yê bikaranîna boriya petrolê bo Bendera Ceyhanê heye

Dadgeha Tehkîm a Parîsê: Mafê Kurdistanê yê bikaranîna boriya petrolê bo Bendera Ceyhanê heye

Dadgeha Tehkîm a Parîsê: Mafê Kurdistanê yê depokirinê û bikaranîna boriya petrolê bo Bendera Ceyhanê heye

Li gor naveroka biryara Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê, mafê Kurdistanê yê depokirinê û bikaranîna boriya petrolê bo Bendera Ceyhanê heye û tenê di barkirina petrolê bo gemiyên de li Ceyhanê binpêkarî kiriye.

Malpera Middle East Eye ji zarê çavkaniyekê ve derbarê biryara Dadgeha Tehkîm a Parîsê de ragihandiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek e ji hikûmeta Iraqê, lewra Tirkiye şaş nebûye ku li gor talîmatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrol depo kiriye û veguhastiye.

Şeva Pêncşema heftiya bihorî 23ê Adara 2023, Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê li ser giliya Iraqê û piştî çend salan biryara xwe ya derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re aşkere kir.

Piştî biryara Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê ya derbarê hinartin û firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê, ji roja Înê 24ê Adara 2023an ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê ve hatiye rawestandin.

Giliyê Iraqê li ser çend aliyan bûye ku qaşo di wan waran de rêkeftina sala1973an a di navbera Iraq-Tirkiyê de hatiye binpêkirinên, ku ew jî, depokirin, veguhestin, bikaranîna taybet, bikarbirin û barkirina petrolê ne.

Li gor Middle East Eye, çavkaniyê diyar kiriye ku dadgehê biryar daye ku Tirkiyê tenê beşek ji wê rêkeftinê binpê kiriye ku li gor talîmatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tankeran petrol veguhestiye bendera Ceyhanê.

Çimku li gor guhertina sala 2010ê ya di rêkeftinê de boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê, tenê Wezareta Petrola Iraqê û SOMO xwediyê desthilata yasayî ne ku biryarê li ser barkirina petrolê bidin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler