Daniştayê Heq Da Xwendekara Îmam Xetîbliyê

Daniştayê Heq Da Xwendekara Îmam Xetîbliyê

Di 2008an de li Stenbolê, Gulsum Coşkûna mezûna ji mekteba îmam xetîbê, ji bo azmûn û îmtîhana fakulteya açik oğretîmê, bi perûk çûbû lîseya mesleka tîcaretê ya Anadolûyê.

 Di 2008an de li Stenbolê, Gulsum Coşkûna mezûna ji mekteba îmam xetîbê, ji bo azmûn û îmtîhana fakulteya açik oğretîmê, bi perûk çûbû lîseya mesleka tîcaretê ya Anadolûyê. Lê ji ber ku perûk guhê wê vedişart, wezîfedara mektebê nehişt ku têkeve îmtîhanê. Wezîfedara mektebê Sevîlay Akça, hem kaxizên îmtîhanê nedabû wê hem jî li wê heqaret kiribû. Li Gulsum Coşkûnê me’mela “ji ber kinc û bergan, neket îmtîhanê” kiribûn.

Mesele giha bû mehkema îdarî ya 2an ya Eskîşehîrê. Mehkemê qirar dabû ku di heyama îmtîhanê de, li Gulsum Coşkûnê tu me’mela ğeyrî hiqûqî nebûye û piştevaniya tevgera mamosta Sevilay Akçayê kiribû.

Qirara mehkema îdarî çû Daniştayê. Daîreya 8an ya Daniştayê, qirara mehkema îdarî xerakir û beyan kir ku tu kes ji heqê tehsîl û xwendinê nayê mehrûm kirin.”

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.