Darizandina eskerên ku di teşebûsa darbê de Walîtiya Sêrtê dorpêç kiribûn dest pê kir

Darizandina eskerên ku di teşebûsa darbê de Walîtiya Sêrtê dorpêç kiribûn dest pê kir

320 eskerên berê yên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîkayê ji teref FETO ve hat kirin de Walîtiya Sêrtê dorpêç kirin hatin derxistin mehkemê.

Darizandina 320 eskerên berê yên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîkayê ji teref FETO ve hat kirin de Walîtiya Sêrtê dorpêç kiribûn li Salona Konferansê ya Sêrtê dest pê kir.

Di dema derxistina eskeran ya mehkemê de gelek zêde tedbîrên ewlehiyê hatin standin. Di dema anînan bersûcan de hinek welatî dirûşmayên mîna ‘em îdamê dixwazin’ avêtin. Ji ber vê yekê di navbera naskiriyê eskeran û welatiyan de minaqeşe derket.

Di nav wan 320 eskerên ku 110ê wan girtî tên darizandin de  gelek eskerên paye bilind hene.(ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.