Davutoğlu Li Araqanê Ye
Wezîrê karên derve Ehmed Davutoğlu bi heyeta teşkîlata hevkariya îslamî re, ji bo hinek têkiliyan çû Myanmarê
Wezîrê karên derve Ehmed Davutoğlu bi heyeta teşkîlata hevkariya îslamî re, ji bo hinek têkiliyan çû Myanmarê. Davutoğlu digel heyetê li eyaleta Araqanê, li qempan mezlûm mislumanên Araqanê ziyaret kir.
Davutoğlu û serekê teşkîlatê Ekmeleddîn Îhsanoğlu, li 2 qempan derdên mislumanên Araqanê guhdarî kirin. Davutoğlu beyan kir ku ji bo mehandina êşa birayên xwe ğeyretên ji destên wan tên ew ê bikin. Miltecî û mezlûmên Araqanê, teweccuheke mezin nîşanî heyetê dan.
Di heyetê de digel Tirkiye ji Malezya, Endonezya, Misir, Cîbûtî, Siûdî û Bangladeşê jî temsîlkar hebûn. Rayedarên Myanmarê jî di heqê xebatên xwe yên li qempan de birîfîngek dan heyetê. Wezîr Davutoğlu weha got: “Birayên me yên ku em li vir himbêz kirin, ji ber hatina me ya cara dudan û ji ber ku me ew ji bîr nekirine, pir kêfxweş bûn. Me jî da zanîn ku ew ê ziyaretên me dewam bikin û em ê li birayên xwe yên Araqanî xwedî derkevin.”
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.