Davutoğlu û Larîcanî Hevûdin Tenkîd Kir

Davutoğlu û Larîcanî Hevûdin Tenkîd Kir

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoğlu, di mesela Sûriyê de Îran û Hîzbûllahê Lubnanê sûcdar kiribûn.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoğlu, di mesela Sûriyê de Îran û Hîzbûllahê Lubnanê sûcdar kiribûn. Li ser gotin û sûcdarkirinên Davutoğluyê, serekê meclîsa Îranê Elî Larîcanî tepkî nîşan da. Larîcanî beyan kir ku gotinên Davûtoğluyê yên ku Îran û Hîzbûllah fîîlen di nav şerê Sûriyê de ne, ji rastî û heqîqetê dûr in.

Larîcanî wiha got “Tirkiye bi hesabên şaş, li ber Sûriyê şer dike. Bila Tirkiye di warî mesela Sûriyê de fatûrayê hesabên xwe yên çewt û şaş, li Îran û Hîzbûllahê nebire. Îddîa û gotinên Davûtoğluyê ji heqîqetê dûr in. ” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.