Dawîya bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” li Dîyarbekir hat tertîpkirin

Dawîya bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” li Dîyarbekir hat tertîpkirin

Dawîya bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” ya ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve tê kirin li Dîyarbekirê hate tertîpkirin.

Zarokên ku di serî der perwerdehîya nimêjê dû re jî perwerdehîya destmêj, dua û hedîsan girtin, di bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” ya ku li Hezretî Suleymana ku li navçeya Sura Dîyerbekirê ye hate tertîpkirin de hatin cem hev.

Platforma Nesla Quranê ya ku perwerdehîya nimêjê ya ji zarokan re bi bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” dixemilîne, Platorm bi bernameya ku tertîp kir ve çavên mirovan delînand.

Bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” bi xwendina Quranê ya ji teref Ammar Zeren ve hate xwendin dest pê kir.


AMMAR ZEREN

Medenî Taş jî piştî îlahî û merşên derheqê bernameyê de hatin gotin derheqê muhîmtîya ev bernameyê de axavtinek kir; di axavtina xwe de qala muhîmtîya nimêjê, rewşa dê û bavên ku ev îmkanê çêkirîye û zarokên xwe teşwîqê nimêjê kirîne û destpêkirina zarokan ya ji nimêjê re kir.

“Ji kesên ku perwerdehîya nimêjê girtine û li qametê sekinîne û bi vê şeklê jiyana xwe xwemilandine re tewsîyeyên ku bê gotin nemaye”

Taş, ji qelebalixîya ku cihê Hezretî Suleyman bi dev re tijî kirine re axivî û weha got, “Hinek teblo hene cih ji gotinê re nahêlin. Tabloya ku niha dilê mirovan pê xweş dibe wek şiîrek, tabloyeke xweşik yê bi xemilî û wek kitêbeke ku bê xwendin ji me re ders û peyaman teqdîm dike. Bi taybetî ji zarokên me yên ku perwerdehîyên nimêjê girtine û bi qametê sekinîne û jiyanên xwe bi nimêjê weşik kirine re gotineke ku bê gotin nemaye.”


MEDENÎ TAŞ

Taş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku nimêj sekineke xwe yê evd a ji Xwedê re ye, “Di erebî de ji bona nimêjê kelîma ‘selat’ê bi kar tînin lê meneyeke dinê yê bikar anîtina ev kelîmeyê heye. Ji derza pişta însanê re ku însanê li pîya dide sekinandin re jî gotina ‘selat’ê bikartînin. Sekina me ya xes a li vê derê ne beredayî ye. Îro jî wekî rojên berê ji gelek însanan re ew ê di hîdayet û destpêkirina nimêjê de bibe wesîle.”

“Em zimanekî yê ku kêmasîya zarokên me temîr bike û bighêje dilê wan bi kar bînin”

Taş, di berdewama axavtina xwe de qala meseleyeke ku di dewra ‘esra seadetê de hatîye jiyankirin jî kir û rewşa kesên ku di vê demê de neslên me beralî dikin da ber hev û weha axivî, “Çawa ku wan kesên ku bi namûs, bi îffet û paqij bûn bi sekina nimêjê hîdayetê dîtin wallehî hûnê jî bi pêşengîkirina ev bernameyê di bajarê xwe, herêmê xwe û welatê xwe de bibin Alî, Hatîce, Ebubekir, Habbab û Bîlal.”


Taş di dawîya axavtina xwe de got ku di destpêkirina zarokan ya ji nimêjê re de 3 merheleyên muhîm hene û axavtina xwe weha domand, “Dema ku em dîqqetê ev tiştan bikin em ê di meseleya nimêjê de pirsgirêkê nekşînin. Ya yekem, merheleya zarokên me ya di navbera 0-7 salî de ye. Di vê merhaleyê de ji zarokên me re zêdetir bi temsîlî gerek em wan gazî nimêjê bikin. Ya duyem, merheleya 7-10 salî ye. Di vê merheleyê de jî gerek em ji zarokên xwe re bi hêdî hêdî xwe nêz bidin. Yanê gerek em pêşî ji zarokên xwe re Xwedê û îmanê hîn bikin dûre jî wan gazî nimêjê bikin. Merheleya dawîn jî serîya 10 salîyê ye. Bi teybetî jî ji zarokên xwe yên ku di ‘emrên xwe yên 10 salî de hînê nimêjê nebûne re bi temîrkirin û taltîfê xwe nêzê wan bidin. Kêmasîyên wan temîr bikin û zimanekî ku em bighêjin dilê wan bikar bînin.”

Bername, piştî îlahîyan bi kirina duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.