Dayika dilşewat: Min ji bo qîza xwe him bûkanî him jî kefen amade kiriye

Dayika dilşewat: Min ji bo qîza xwe him bûkanî him jî kefen amade kiriye

Dayika bi navê Yildiz Balliya ku qîza wê hatiye revandin û ji Konyayê beşdarî çalakîya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekir a HDPê bûye destnîlan kir; ew ji bo qîza xwe him bûkanî him jî kefen amade kiriye.

Ev bû 17 roj ku dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li serê çiyê çalakîya xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekir a HDPê didomînin. Her ku diçe hejmara malbatên ku beşdarî çalakîyê dibin zarokên xwe teleb dikin zêde dibe. Li gorî agahîyên herî dawî hejmara malbatan derket 43yan.

Yildiz Balliya ku eslê xwe Agirî ye û ji Konyayê beşdarî çalakîyê bûye destnîşan kir, dema ku ew li Stenbolê dijîyan qîza wê ya 16 salî hatiye revandin.

Dayika dilbikûl di berdewama axavtina xwe de ew ji bo qîza xwe him bûkanî û him jî kefen amade kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

Di sala 2014an de dema ku qîza min 16 salî bû ji Esenyurta Stenbolê ji fabrîkê birin. Ji ber ku rewşa min a aborîyê nebaş bû min ew neda xwendin.  Ger tirsa we ji Xwedê hebe hûnê zarokên me li me vegerînin.  Van dayikan negrînin, êdî bes e.  Berî vê 10 rojan min ji ser înternetê hîn bûm ku qîza min miriye.  Di xeberan de dihat gotin ku ‘Yasemîn Balli mirîye.’ Ez bawer nakim ku miribe.  Berî vê çendakî ez hîn bûm ku sax e. Heta ku ez cenazeya wê nebînim ez bawer nakim ku mirîbe.  Ger cenazeya wê naşînin qet nebe bila hestûyên wê bişînin.”

“An ew ê bikeve bin axê an jî ew ê were û bûkanîya xwe li xwe bike”

Yildiz di berdewa axavtina xwe de diyar kir ew ji bo qîza xwe bûkanî jî kefen jî amade kiriye û dû re wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: “Min ji bo qîza xwe bûkanî jî kefen jî amade kiriye. An ew ê bikeve bin axê an jî ew ê were û bûkanîya xwe li xwe bike.  Min li Konyayê ji xwe re goreke wê çêkiriye û ez her tim diçim li ser wê gorê û ji xwe digirîm. 6 zarokên min hene û mêrê min karkerê înşaatê ye.  Tu kes agahîya mirina qîza min neda min. Ger miribe cenazeya wê bidin min.  Ez qîza xwe ji Murat Karayilan, Selahaddîn Demîrtaş û Abdullah Ocalan dixwazim: Em tev zarokên xwe ji wan dixwazin. Em ji Tirkîyê û nexasim jî ji Serokomarê xwe Erdogan destekê dixwazin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.