“Dê 16ê Nîsanê ji bo silametiya welat bibe xala werçerxê ye”
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmazê ku li Diyarbekirê ray da destnîşan kir ku îro wekê 15ê Tîrmehê girîng e.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmazê ku li Diyarbekirê di Lîseya Meslekî û Teknîkî ya Anadolê ya Suleyman Demîrel de li ser sandûqa nimreya 2098ê ray da bal kişand ser girîngiya vê rojê û diyar kir ku îro wekê 15ê Tîrmehê girîng e.
Yilmaz, destnîşan kir ku ev referandûma pêk tê ji bo guhertina makeqanûnê pirr girîng e. Dûvre Yilmaz wiha destnîşan kir: “Çawa ku 15ê Tîrmehê ji bo Tirkiyê xala werçerxê bû bi heman şiklê 16ê Nîsanê jî ji bo silametiya welat bibe xala werçerxê ye. Li welatê me heta niha nîskokeke wesayetê hebû. Bi vê referandûmê nîskoka wesayetê ji holê radibe.”
Yilmaz wiha pê de çû: “Ji bo ku wesayeta leşkerî ji bilî ve ji holê rabe ev yek pêk tê. Heke encameke wek ‘erê’ derkeve ji xwe em wisa hêvîdar in. Ji bo ku wesayeta leşkerî ji holê rabe, ji bo herêma me jî ji bo ku wesayeta rêxistinê ji holê rabe û tûndî xelas bibe girîng e. Dema ku mirov li gelemperê dinyayê mêze dike wekê ku tê zanîn welatên Ewrûpayê, hişmendiya Xerbê û emperyalîzma wê heta îro midaxilê karên hilbijartinê ya Tirkiyê û referandûma wê dibûn. Ji Amerîka bigire heta Ewrûpayê ji bo ku wek ‘na’ ray bidin hişdarî dihat kirin. Ji ber vê yekê ez bawer im ku dê gelê me tercîha xwe di şûna qaos û tûndiyê de ji bo ku nîskokên wesayetê ji holê rabin bide. Ji niha ve ser xêrê bibe.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.