“Dê bersiva vê yekê bi şiklekî tûnd were dayîn”
Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku helwesta Hollandayê bi tu şiklê nayê qebûlkirin û dê bersiva vê yekê bi şiklekî tûnd were dayîn.
Serokwezîr Bînalî Yildirim helwesta Hollandayê ya li dijî Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betül Sayan Kaya nirxand. Yildirim destnîşan kir ku helwesta Hollandayê bi tu şiklê nayê qebûlkirin û dê bersiva vê yekê bi şiklekî tûnd were dayîn.
Serokwezîr Yildirim diyar kir dibe ku ev yek ji polîtîkayên hindirê welat diqewime. Lê şert û merc çi dibin bila bibin ev me eleqeder nake. Dûvre Yildirim wiha diyar kir: “Wek Komara Tirkiyê dê em wek bersivdayîn çi hewce dike bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.