Dê Dêr Jî Mu’amela Camiyan Bibînin

Dê Dêr Jî Mu’amela Camiyan Bibînin

Di qanûna derbarê bajarên mezin de hinek guherînên veşarî hatin kirin.

 Di qanûna derbarê bajarên mezin de hinek guherînên veşarî hatin kirin. Di teklîfa ku hat sewq kirin meclîsê de, hinek zêdehiyên di derbarê ‘îbadetxaneyan hatin kirin.  Di qanûnê de hat gotin ‘Îbadetxane û bi vî awayî guherînên nû ku hatin hem camî û hem jî dêr û sînagogan dihewîne.

Li gor Qanûna nû ne bi tenê kelîmeya “îbadetxane” hat zêdekirin, li gor qanûnê dê Belediye karibin dêr û sînagogan jî çêbikin. Li gor qanûnê dê belediye karibin te’dîlata dêr û sînagogan jî çêbikin. Bi vî awayê pêşiya şarederiya di derbarê çêkirina dêr û sînagogan de vebû.

Li gor tê îfadekirin pey vê qanûna ku di qanûna bajarên mezin de hat zêdekirin, dê pêşiya fe’eliyet û tevgerên mîsyoneran vebibe û dê ev fe’eliyet û tevger zêdetir bibin.

Di sala 2005an de Wezareta Karên Derve ji Walîtiyan re fermannameyek şandibû û bikaranîna 45 kelîmeyên îslamî qedexe û yasax kiribû. Di Fermannameya Giştî de di derbarê bi karanîna kelîmeyên cîhad, Darûl Herb, Darul Îslam, Emîrul Mumînîn, Fetwa, Fîre’wn, Xelîfe, Hîcret, Hîzbûllah, Îmam, Îmamet, Kafîr, Medrese, Mucahîd, Teblîğ, Tağût de mekteban îqaz  û hişyar kiribû. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.