Dê organên wê ji bo 3 nexweşan bibe hêvî

Dê organên wê ji bo 3 nexweşan bibe hêvî

Li Bursayê nexweşa pîrek a 47 salî ya ku piştî jiyana xwe ji dest da dê gurçik û kezeba wê ya reş ji 3 nexweşan re bibe hêvî.

Gor Yekitiya Nexweşxaneyên Qamuyê yên Bursayê nexweşa 47 salî ya bi navê A.G. piştî ku xwîn çû ser mejiya wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Çekîrgeya Bursayê hatibû razandin û dûvre wefat kir.

Piştî ku nexweşê wefat kir rêvebirên nexweşxaneyê ji bo ku organên wê werin bexşandin bi malbata wê re hevdîtin kirin. Dema ku malbat wek erênî vê telebê bersivand gurçik û kezeba reş ên wê jê hatin sitandin.

Koordînatorê neqla organan ê Nexweşxaneya Dewletê ya Çekîrgeya Bursayê Tamara Uzun Bal di derbarê mijarê de daxuyanî da. Bal piştî ku ji malbatê re teşekur kir wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku nexweşa me ya bi bi navê A.G. wefat kir malbata wê qebûl kir ku dê organên wê bibexşîne. Dê 2 gurçik û kezeba wê ya reş li Bursayê ji 3 kesan re bibe hêvî.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.