Dê û birayê Şehîd Evdisselam qala fedakarî û jiyana wî kirin

Dê û birayê Şehîd Evdisselam qala fedakarî û jiyana wî kirin

Şehîd Evdisselamê ku di bin îşkeceyên giran de canê xwe ji oxira Îslamê re feda kir bi rehmet û minnet tê yadkirin.

Dê û birayê şehîd derbarê jiyana wî û fedakarîya wî de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re axivîn û qala mêrxasîya wî û xwedîderketina wî ya li Îslamê kirin.Evdisselam di sala 1993yan de li Diyarbekirê ji ber îşkenceyên ku di bin binçavîyê de lê hat kirin şehîd bû û li gundê Xecîkêya Hîlwanê hat definkirin.

“Lawê min ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin şehîd bû”

Meryem Îdemê ku dêya Şehîd Evdisselam bû derbarê şehadeta lawê xwe de wisa axivî: “Lawê min xwedîyê exlaqeke xweş bû. Ew û bavê xwe rojekî ferzeke nimêjê li xwe nebirin û her tim rojîya xwe digirtin. Lawê min li Diyarbekirê şehîd kirin. Ji min re gotin ku ‘lawê solê xistiye devê xwe xwe bi xwe fetisandiye û kuştiye.’ Ka kî ji vê gotinê bawer dike? Hevalekî lawê min hebû, ew rojekê hat ba min û ji min re got ku ‘Di bin binçavîyê de gelek zêde îşkence li Evdisselam kirin. Ji ber vê yekê ew şehîd bû.’ Hema wek van wextan bû, rojekê telefona malê lê da. Min telefonê vekir, ê ku li me gerîya bû Evdisselam bû. Pir deng dihat ji telefonê, min jê re got, lawê min ma tu hatî girtin? Lê belê wî dengê xwe nekir. Tu nabê wî çaxî ew hatibû girtin. Em dû re  hîn bûn. Bi qasî ku ez hîn bûm lawê min ji ber îşkenceyan şehîd bû. Xweda heqê me ji wan re nehêle û ji wan razî nebe.”

“Xweda heqê me ji wan re nehêle”

Dayika dilşewat di berdewama axavtina xwe de vê xatirata lawê xwe wisa parve kir: “Li gorî ku hevalê lawê min  got, lawê min dema ku diçe mektebê polêsan rêya wî birîne û ew binçav kirine. Bi rojan îşkence lê kirine û jê xwestine ku ew Xweda înkar bike, lê lawê min vê yekê nekiriye. Di binçavîyê de gelek zêde tehdayî, zilm û îşkence lê kirine, ceyran danê. Lawê min di wê heyama îşkencê de şehîd bûye. Lawê min ji biçûkayîya xwe ve li ser exlaqeke xweş bû. Ew li vê dinê gelek kişand, Xweda ecr û mukafata wî li axretê zêde bike. Min her tim jê re nesîhetan dikir da ku di malê de rûne û eleqê xwe ji tiştekî neyîne; lê belê wî ji min re digot ‘dayika min bela xwe ji  min veke, ez dev ji da’wa bernadim. Rojekî lawê min diçe ba Mela Cemalê li qezayê û di civatê de ji wan re dibêje ez ê diayekê bikim hûn jî bibêjin amîn. Evdisselam dibêje ‘Dia bikin da ku ez bibin şehîdê ewil ê vê qezayê.’ Xweda Evdisselamê min û temamê hevalên wî têxe cennetê.Xweda ji wan razî be.”

“Ez ê tu carî da’wa Îslamê terk nekim”

Dayika Meryem di berdewama axavtina xwe de qala xewna ku qîza wê derheqê Evdisselam de dîtibû wisa anî zimên: “Qîza min Aysel rojekê di xewna xwe de dibîne ku di destê wê de guleke sorereş heye, ew gul dikeve erdê û biketina gulê erd diqelişe û wê gulê dixe nav xwe. Sibeha wê şevê xebera şehadeta Evdisselam ji me re hat. Lawê min her tim digot ku ez ê tu carî da’wa Îslamê terk nekim.”

Mehmet Îrdemê ku birayê Şehîd Evdisselam jî derbarê şehadeta birayê xwe de hest û ramanên xwe anî zimên û qala xweşbûna exlaqa wî, îşkenceyên ku di binçavîyê de lê hatine kirin, xwedîderketina wî ya li doza Îslamê kir û wiha got: “ Ji serî heta bînî di temamê wextan de derdê Evdisselam da’wa Xweda bû.Ew xwe ji Îslamê re kiribû feda. Xweda rehma xwe lê bike.Ew di binçavîyê de şehîd kirin.”


Dê û birayê Şehîd Evdisselam qala fedakarî û jiyana wî kirin

Dê û birayê Şehîd Evdisselam qala fedakarî û jiyana wî kirin

Dê û birayê Şehîd Evdisselam qala fedakarî û jiyana wî kirin

Dê û birayê Şehîd Evdisselam qala fedakarî û jiyana wî kirin

Dê û birayê Şehîd Evdisselam qala fedakarî û jiyana wî kirin

Dê û birayê Şehîd Evdisselam qala fedakarî û jiyana wî kirin

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler