Dê Xelatî Bê Dayîn Mehkûman
Li gor qanûna nû a ceza înfazê, ji bo mehkûmên ku bi îdara girtîgehê re baş tevdigerin û karên tên dayîn wan bicihtînin hinek îmtîyazên nû têne çêkirin.
Li gor qanûna nû a ceza înfazê, ji bo mehkûmên ku bi îdara girtîgehê re baş tevdigerin û karên tên dayîn wan bicihtînin hinek îmtîyazên nû têne çêkirin.
Li gor vê, di qanûna ku parastina bi zimanê dayikê serbest dike de hinek madde hatin zêdekirin. Li gor vê yekê wê xelatên wek; ku mehkum karibin bi ziyaretvanên xwe re dirêj hevbibînin, Di odeyên yek şexsî de îmkana televizyonê, Teqdîr, hediyeyên cûr e cûr, nameya tewsiyê bê dayîn. Û digel vana di fe’eliyetên sportîf û çandî de van mehkûman bêhtir bêne îstîfade kirin.
Di qanûna nû de, ji bo mehkûmên ku îzna nexweşinê hatiye dayîn wan an jî hatine ber mirinê şeva xwe li ba malbata xwe derbaskin serastkirinek tê kirin. Mehkûm di dema îzna xwe de wê bi şev li kû bimîne wê vê biryarê waliyê wî bajarî bide. Berî niha vê qerarê cenderme dida. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.