“DEDAŞ teşwîq dike ku mirov di referandûmê de bibêje ne”
Gelê Diyarbekirê diyar kir ku DEDAŞ belesebeb cezaya qeçax dibire û hewl dide ku gel di referandûmê de bibêje ne.
Nişteciyên semtê Huzurevlerî ya Diyarbekirê idîa kirin ku DEDAŞ belesebeb cezaya qeçax dibire û wek ceza ji gel re 20 hezar TL biriye.
Nişteciyên semtê Huzurevlerî ya Diyarbekirê diyar kirin ku personelê DEDAŞê belesebeb wek cezaya qeçax 20 hezar TL dibire da ku gel di referandûmê de bibêje ne.
Mustafa Topkaya ji ber ku şîrketên ceyranê hatine taybetkirin bertek nîşan da û destnîşan kir ku DEDAŞ belesebeb ji gel re bi hinceta qeçax hatiye bikar anîn ji wan re ceza biriye.
Topkaya wiha destnîşan kir: “Ne sererast xizmet dike û ne jî wezîfa xwe pêk tîne. Trafo vekirî ne. Ji ber vê yekê jiyana zarokên me di xeterê de ne. Digel pêk neanîna wezîfa xwe tê fatureya zêde dibire. Bi xwe tên li vir gel teşwîqê ceyrana qeçax dikin. Dûvre tên ji milet re jî 4 hezar TL heta 10 hezar TLyê ceza dibirin. Em ji vê saziyê gilîdar in. Dê pêvajoya referandûmê de dike ku gel bibêjin gelo DEDAŞ vê yekê wek zanîn dike.”
Idîaya ku rêvebirê DEDAŞê teşwîqê ceyrana qeçax dike
Topkaya diyar kir ku 2-3 sal berê hatine ji hemwelatiyan re gotin ‘bibin abone bila ji we re xizmetek baş ji we re bê kirin.’ Dûvre Topkaya wiha destnîşan kir: “Zivistanê ceyran û havînê jî av tune. Kesê ku îmkanên wan hebin li vê taxê nasekinin. Rewşa me diyar e. Em hemî karkerên înşeatê ne. Dehata me ya mehane tune. Ji ber vê yekê em li vir dijîn. Di gel vê yekê tên ji me re 4, hezar, 8 hezar, 10 hezar hetta 20 hezar TL dibirin.”
“Ji mala vala re jî ceza dibirin”
Topkaya wiha pêde çû: “Bila vê şîrketê teftîş bikin. Ji xwe gel mexdûr e. Ji ber bûyerên Sûrê hatine vir. Gel di welatê xwe de bûne wekê penaber. Bila xwedî li vê karê derkevin. Ez gazî EPDKyê dikim. Bila şîrketên xwe teftîş bikin. Cezabirrîna 4 hezar û 8 hezar bê wîjdanî ye. Fatureya kesên ku ceyrana wan neqeçax nînin 30 TL tê û dibêjin”
Şukru Zelenê ji nişteciyên taxê wiha diyar kir: “Fatureyên min li cem min in. 4 xaniyên ku hatine çêkirin hene. Hêj merdîwanên min di halê înşaetê de ne. Doh tên cem min. Ji min re dibêjin; ‘asansora te heye?’ Dûvre ji ber ku xwendina min tune ji min re ceza birrîn. Ji ber ku xwendina min tune min got qet ji herkesê re ev ceza hatine û ez çûm min razand. Niha fatureyeke min a din jî wek 4 hezar 673 TL hatiye. Em ji van cezayan gilîdar in.”
Ji malbateke ehlê Sûrî re 4 hezar û 600 TL ceza hat birîn
Îdrîs Ahmetê ehlê Sûrî jî diyar kir ku ew qeçax naemilînin. Dûvre Ahmet wiha diyar kir: “Em ehlê Sûrî ne. Me qeçax bikar neaniye. Lê digel vê yekê ji me re 4 hezar û 600 TL ceza hatiye birîn. Ji ber ku îş tune ez naxebitim. Em bi alîkariyên ku xêrxwaz li me dikin aboriya xwe temîn dikin. Em qeçax bikar naynin. Fatureya kesên ku ceyrana wan qeçax e ji me re dinivîsin. Em jî nizanin çi bikin. Em diçin DEDAŞê lê guh nadin me.”
“Digel nekaranîna ceyrana qeçax ceza ji min re birîne”
Mehmet Denîz diyar kir ku wî ceyrana qeçax bikar neaniye. Lê digel vê yekê jê re ceza hatiye birîn. Dûvre Denîz wiha pê de çû: “Ji Rihayê tîmeke hat vira. Çû cema panoyan ji miletê re 4 hezar, 5 hezar ceza birî. Digel nekaranîna ceyrana qeçax ceza ji min re birîne. Heke wiha bidome dê em biçin bi tevahî saetên xwe rakin. Zivistanan ceyran, havînan jî av tune. Çima tîma Rihayê tê li panoyên me mêze dikin. Çima di şûna tîma Diyarbekirê de ew tên. Milet di referandûmê de dibêjin ‘erê’. Ew wisa dikin ku milet bibêje ne.”
Herî dawî Denîz wiha ragihand: “Em ji dewletê re dibêjin midaxaleya vê yekê bikin. Bila DEDAŞê kontrol bikin. Bila saetan kontrol bikin. Saetên me li vir in. Heke ew wiha bidomînin dê em saetên xwe rakin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.