“Dema ez bixwazim hûn min nedin xeberdan dê ez dinyayê rakim ser piyan”

“Dema ez bixwazim hûn min nedin xeberdan dê ez dinyayê rakim ser piyan”

Serokkomar Erdogan wiha ji Almanyayê re bertek da nîşandan: “Wana dizaniyan ku dê Tayyîp Erdogan bihatiba Almanyayê. Dema ez bixwazim dikarim werim. Têm û dema ku hûn tênexin hindir an jî nedin xeberdan jî ez dinyayê radikim ser piyan.”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameya “Şeva Tokatiyan” de axivî. Serokkomar Erdogan ji ber ku bernameya Bekîr Bozdagê Wezîrê Edaletê ya li Almanyayê hatiye betalkirin bertek nîşan da. Erdogan wiha diyar kir: “Wana dizaniyan ku dê Tayyîp Erdogan bihatiba Almanyayê. Dema ez bixwazim dikarim werim. Têm û dema ku hûn tênexin hindir an jî min nedin xeberdan jî ez dinyayê radikim ser piyan.”

Her wiha Serokwezîr Erdogan diyar kir ku Serokwezîra Almanyayê Merkel gotiye ‘divê ku wiha bi tûndê li Yildirim tevger neyê kirin. Lê hinek rêvebiran li ser helwesta Almanyayê qala faşîzmê kirine. Dûvre Erdogan wiha diyar kir: “Niha ez jî qal dikim. Mêze bikin; min dizaniya ku Nazîzm li Almanyayê xelas bûye. Lê Hêj didome. Ev eşkere ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.