Dema ku Emrîka ji wan axên kuîşxal kiriye vekişe dê tu kes koç neke

Dema ku Emrîka ji wan axên kuîşxal kiriye vekişe dê tu kes koç neke

Memur-Sen qerara qedexekirinê ya têketina Emrîkayê ya welatiyên Iraq, Îran, Sûriye, Sudan, Lîbya, Yemen û Somalî rexne kir û destnîşan kir dema ku Emrîka ji wan axên kuîşxal kiriye vekişe dê tu kes mecbûr nemîne ku koç bike.

“Trump û qerarnameya wî berdewama pêvajoya emperyalîst”

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin  Trump û qerarnameya wî bi vê hêla xwe berdewama pêvajoya emperyalîst e û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Ev qerar jî wek wan polîtîkayên din ên Emrîkayê di dîrokê de wek wesîqeya şermê  bê qeydkirin. Bi vê qerarnameyê darbeyeke mezin li mafê seyahet, îfade û baweriyê yên însanan hatiye lêxistin.  Tê hedefkirin bi vê yekê tevlîhevî zêdetir û kûrtir bibe. Em wek malbata Memur-Senê vê banga xwe ya ku me li her derî dianî zimên cardin bang dikin: Emrîka dema ku ji wan axên ku ji Şerê Cîhanê ya 2yemîn ve îşxal kiriye vekişe dê tu mecbûr nemîne ku koç bike."

ÎLKHA



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.