Demîr: Divê hemû dinya bibîne û zanibe ku ji Rihayê bi rê keve û biçe Xezzeyê bi sîyonîstan re herbê bike çîye

Şahzade Demîr di bernameya cenazeya Şehîdê Qudsê Hesen Saklanan de axivî, bal kişand ku Şehîd Saklanan ji Rihayê çûye Xezzeyê û li wê derê şehîd ketîye û ji ber vê yekê di navbera Riha û Xezzeyê de ti ferqekî tineye, em hemû parçeyek û yek ummet in.

Sekreterê Giştî û Parlamanterê HUDA PARê Şahzade Demîr di merasîma cenazeyê de ji ÎLKHAyê re daxuyanîyan da.

Demîr di axavtina xwe de destnîşan kir ku di cenazeya Şehîd Saklanan de tinebûna temsîlkarekî ji dewletê û bireveberîya mehellî wî xemgîn kirîye, wî îfade kir ku nehatina ji desthilatdara Tirkîyeyê an jî ji partîyên sîyasî yên dinê ji bernameyê re tişteke balkêş û tiştekî ku nayê qebûlkirin e.

Demîr îfade kir ku hessasîyeta HUDA PARê ya derheqê meseleya Xezze û Şehîd Hesen Saklanan de nayê nîqaşkirin e.


“Em ji 7ê Cotmehê vir ve bi Fîlîstînê radikevin û bi Fîlîstînê şîyar dibin”

Demîr, “Hessayîyeta HUDA PARê ya derheqê vê meseleyê de rewşeke ku nayê nîqaşkirin e. meseleyên ku li Xezze û Fîlîstînê pêk têne ji bo me gelek girîng e. Bi taybetî em ji 7ê Cotmehê vir ve bi Fîlîstînê radikevin û bi Fîlîstînê şîyar dibin. Di her duayên me de, di her nimêja me de, bi her wesîleyê Fîlîstîn di rojeva me de ye çîmkî doza Fîlîstînê û doza Xezzeyê doza hevpar ya ummeta me ye, doza me ya pîroz e, qîble me ya ewil li wê derê ye û li wê derê qirkirin û qetlîamekî ciddî tê kirin. Li ber çavê dinyayaê milletek, civatek tê tunekirin û dinyayekî ku ji vê rewşê bêdeng dimîne heye. Ne tenê dinya, ne tenê Emrîqa, Ewrupa Efrîqa ji vêya re bêdeng dimînin bireveberîyên Misilmanan jî ji vê rewşê re bêdeng dimînin. Ji ber vê yekê em wek Misilmanan li gorî bawerîya me em gelek wijdanekî giran dikşînin. Çi ji destê tê em dixwazin ku ji xûşk û birayên xwe yên li wê derê re bikarbînin em ji wan re bibin alîkar, bibin nefes û bi destê wan bigrin. Me hemû îmkanên xwe yên wek kampanyayên alîkarîyê, gihandina xwarinê, tertîpkirina rojevê, zexta li ser raya giştî bikaranîtîye. Ev ji bona me wezîfeya me ya bawerîyê ye, ev wezîfe û mesûlîyetekî me ye.”

“Bêdengmayîna partîya desthilatdar û partîyên sîyasî yên dinê rewşeke balkêş e”

Demîr di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku hessasîyeta wan a derheqê meseleya Xezzeyê de bi hessasîyeta wan a derheqê cenazeya şehîd Hesen Saklanan re wek hev e, “Yekê dinê di vê rewşê de hessesîyetekî nîşan daye an jî nedaye, bi rastî ew rewşeke ku li ber çavê raya giştî tê dîtin e. Ez naxwazim di vê meseleyê de tiştekî bibêjim; hemû kes yê ku bi wî dikeve bikartîne. Hemû kes li gorî bawerîya xwe hereketê dike. Hemû kes li gorî hessasîyeta xwe hereketê dike. Em meseleya Qudsê û meseleya Xezzeyê meseleya yekemîn dibînin. Yekî dinê vêya meseleyeke yekemîn nabîne. Hinek hene wek menfeatên xwe yên navneteweyî dibînin, hinek hene li gorî menfeatên xwe dinhêrin, hinek jî hene li gorî bawerîya xwe dinêrin. Ji ber vê yekê li vê derê bûyîna felan partîyê an jî livênebûna fîlan partîyê derheqê hessasîyeta wan de ye. Feqet tiştekî baş nîne, xeletê dikin. Li vê derê nebûna partîya desthilatdar û partîyên sîyasî yên dinê yên Tirkîyeyê ku ji sedî 99 Misilman e tişteke balkêş û nayê qebûlkirin e. Di warê Fîlîstînê de dilê me ji gav neavêtina hikumetê, heta ku bazirganîya wî dawî bû bazirganîya xwe bi wan re domand, nîşan nedane tewra ku hewce ye, ne rehet e û me aciz dike.”

“Dema ku îşxalekran êrîşî RIhayê bikin em ê çawa hbertekek nîşan bidin divê ji bo Xezzeyê jî em rabin pîya”

Şahzade Demîr di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku çûndina Şehîd Hesen Saklanan ji Rihayê li Xezzeyê û şehîdbûna li wê derê divê hemû dinya bibîne:

“Em wek civakeke Misilman hêna jî şandina xwarinê û amûrên lazimatîyên ji qewmekî û şebekeya sîyonîstekî re me aciz dike û wijdanê me qebûl nake. Ev mesele meseleyeke hessasîyetê ye û em birayê xwe Hesen Saklanan wek şehîdê xwe qebûl dikin. Ez dixwazim ku vêya bibêjim; Çûndina ji Rihayê li Xezzeyê û şehîdbûna li wê derê, hember sekina ji sîyonîstan re tê çi maneyê divê hemû dinya bibîne. Ev tê çi maneyê; di navbera Riha û Fîlîstînê de, di navbera Riha û Xezzeyê de, di navbera Mescîdî Eqsa û Rihayê de, di navbera Mescîdî Eqsa û Entab, Şirnex, Stenbol, Dîyarbekirê de tu ferqekî tineye. Em parçeyekî ne, em yek ummetekî ne. Dema ku li Xezzeyê xûşk û birayên me di nav pirsgirêke de bin, êş û janan bikşînin, werin qetilkirin divê em jî heman êş û janan bikşînin û em dijîn jî. Ji ber ku em Misilmanin vêya dijîn. Ji ber vê yekê em vêya bikin hesabê; dema ku Riha dûçarê êrîşa îşxalkeran bibe, Entab dema ku dûçarê êrîşa îşxalkeran bibe em ê bertekekî çawa nîşan bidin divê ji bo Xezzeyê em wek civakî, memleketî, dewletî hetta ummetî rabibin pîya. Ev tişt tiştekî ku divê em lê xwedî derkevin e. Ev tenê meseleya min e, ne tenê meseleya te ye û ne tenê meseleya Rihayê ye jî, ev mesulîyeta hemû Misilmanan e. Divê hemû kes xwedî lê derkeve.”

“Ji civaka Misilman gazinên me tineye”

Demîr di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku ew ê hessasîyetên xwe bidomînin:

“Bi îzna Xwedê em ê tev bi hev re xwedî lê derkevin û çiqas em ji dewletê, bireveberîyê, hikumetê şîkayetdar in ji civakên Misilman şîkayetdar nînin. Civaka Misilman, xelk em tev bi hev re ne. Hûn çi ji destê we tê dikin. Di vî warî de em teşekkurên xwe teqdîmê we dikin. Bi îzna Xwedê heta ku Mescîdî Eqsa azad bibe, ev qirkirin bisekine û îsraîl tune bibe xekê Misilman; xelkê Kurd, xelkê Tirk, Erep, Zaza û kî hebe ew ê heta dawîyê hessasîyetên xwe bîşan bidin û heta dawîyê tev bi hev re pêk bînin bi îzna Xwedê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.