Demîr: Doza ku Komarîya Efrîqaya Başûr vekirîye, encama wê çi dibe bila bibe gelek biqîmet e

Demîr: Doza ku Komarîya Efrîqaya Başûr vekirîye, encama wê çi dibe bila bibe gelek biqîmet e

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Demîr di Meclîsê de daxuyanîya çapemenîyê li dar xist, di daxuyanîyê de rojevê nirxand.

Demîr destnîşan kir ku qetlîamên li Xezzeyê yên ji teref rejîma sîyonîst ve têne lidarxistin di roja 105em de berdewam dike, zilm û zordarî 105 roj e didome.

“Doza ku Komarîya Efrîqaya Başûr vekirîye, encama wê çi dibe bila bibe gelek biqîmet e”

Demîr, “Komarîya Efrîqa ya Başûr, wehşeta rejîma sîyonîstan birîye Dîvana Edalet ya Navneteweyî. Encama vê dozê çi dibe bila bibe ev gav ji bona me gelek bi qîmet e. Me dixwest ku bila ev gav ji welatekî Îslamê were avêtin. An jî bila gelek welatên Îslamê vê gavê bavêjin, bila rejîma îşxalker bibin dadgehê û teqîbeta wî jî baş bikin, encax hêna jî gavekî ku em dixwazin nehatîye avêtin.”

“Protestoyên ku têne nîşandan heta îro hêj nehatîye asta ku têxwestin”

Demîr, “Xwepêşandanên gelên li cîhanê dijîn bê navber berdewam dikin. Lê belê em hemû dibînin ku ev xwepêşandan encamên ku em dixwazin dernakeve. Tişta ku diviyabû bibûya ew bû ku bi van xwepêşandanan rêveberiyên welat ji bo pêşîgirtina li qirkirinê, rawestandina êrîşan û çêkirina agirbestê bihatana seferberkirin. Lê heta niha ji xwepêşandanan encamên tê xwestin derneketine.”

Demeîr bang kir ku, “Divê hemû welatên Îslamê bi taybetî jî Tirkiye bêyî ku wextê xwe winda bike hemû têkiliyên xwe bi rejîma îşxalker a siyonîst qut bikin; Divê bender û asîmanên xwe ji rejîma sîyonîst re bigirin.”

“Divê Emrîqaya ku hevparê sûcê ye bê mehkûmkirin”

Demîr derheqê êrîşên Emrîqayê a li dijî Yemenê têne kirin de jî axivî û weha got, “Ji aliyeke din ve hewlên Amerîkayê yên ji bo rêgirtina li operasiyonên Yemenê li dijî keştîyên ser bi rejîma îşxalker li Behra Sor berdewam in. Emriqaya ku li Behra Sor bi navê "Hêzê Wezîfeyê" ava kir, hinek herêmên Yemenê bombebaran kir. Ev gav nîşana wê yekê ye ku piştgirîya bêsînor a Amerîkayê ji rejîma îşxalker a sîyonîst û siyasetên wê yên emperyalîst ên li hemberî erdnîgariya ummetê neguheriye. Li gorî raya hemû cîhanê, bi taybetî jî divê Emrîqa û Ewropa ku hevparê sûcê qirkirinê ye, bê mehkûmkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.