Derbasokên li Amedê ji bo kal û pîr û astengdaran dibin çile û ev rewş berdewam dike

Derbasokên li Amedê ji bo kal û pîr û astengdaran dibin çile û ev rewş berdewam dike

Li Amedê, di serî de Bulvara Riha û li gelek deverên din ên bajêr, derbasokên ku hatine çêkirin her çend ji bo herikîna trafîkê encamên erênî bidin jî, ji ber tunebûna asansoran ji bo kal û pîr û astengdaran veguherîne rêya çîleyê.

Derbasokên ku li hin kolan û bulvaran ji bo parastina peyayan, bi taybetî jî ya xwendekaran û ji bo herikîna tendurist a trafîkê hatine çêkirin, bi gelemperî hem ji bo peyayan hem jî ji bo wesayîtan hêsaniyê peyda dikin. Lê belê li Amedê, ev derbasok ji bo kal û pîr û astengdaran wekî "derbasokên dijwar" tên binavkirin.

Di van derbasokên ku ji bo rehetkirina trafîka peyayan hatine avakirin û navbera wan ji 300 heta 650 metreyan diguhere de; kal û pîr û astengdarên ku nikarin gihanekan (derence) hilkişin, nikarin derbasî aliyê din ê rê bibin. Yên ku dikarin derbas bibin jî, hewcedarî piştgiriya kesên din dibin.

Daxwaza asansoran a di derbasokan (üstgeçit) de, ya ku berê gelek caran ji aliyê saziyên çapemeniyê ve hatibû rojevê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejayî (Karayolları) ve hatiye piştguhkirin.

Li gelek bajarên ku nû bûne parêzgeh û nifûsa wan negihîştiye nifûsa navçeyeke Amedê jî, asansor ji bo astengdar û kal û pîran li derbasokan hatine siwarkirin; lê li Amedê, ya ku mazuvaniya gelek çand û şaristaniyan kiriye û nifûsa wê nêzî 2 mîlyonan e, yek derbasokeke bi asansor jî tune ye.

Di dîmenekî ku ji xeta nûçeyan a Whatsappê ya Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) re hatiye şandin de; dîtina kalekî ku li ser Bulvara Rihayê (Mewkiya Çaterêya Tepeşehir-500 Evler) dixwaze derbasokê bikar bîne û bi piştgiriya kesên derdorê dikare bi pêlikan hilkişe, vê rewşê bi rengekî zelal radixe ber çavan.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.