Li Wanê zarokek ji ber lêdana birûskê mir

Li Wanê zarokek ji ber lêdana birûskê mir

Li navçeya Qelqelî ya Wanê, zarokê 14 salî M.D. dema ku heywanên xwe diçêrand, birûskê lê da û li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Bûyer, doh êvarê li taxa Neçreva ya navçeya Qelqelîyê qewimî. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, M.D. yê ku heywanên xwe diçêrand, birûskê lê da.

Her çend kesên derdorê piştî ku rewş ferq kirin mudaxele kirin jî, zarokê 14 salî nehat rizgarkirin.

Cenazeyê M.D. li Goristana Taxa Neçrevayê hat definkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.