Derheqê teqîna di TUPRAŞê de 4 kes hatin girtin

Derheqê teqîna di TUPRAŞê de 4 kes hatin girtin

Ji 7 kesên ku derheqê teqîna TUPRAŞê de hatibûn binçavkirin tev de 4 kes hatin girtin.

Weke ku tê zanîn berî vê çend rojan di rafîneya TUPRAŞê ya li Îzmîrê de di dema lênihêrîna tanqê de teqînek pêk hatibû û di teqînê de  4 karker jiyana xwe ji dest dabûn û 2 karker jî birîndar bûbûn.

Hat ragihandin di berheqê lêpirsîna ku derheqê teqînê hat vekirin de  7 kes berî niha hatin binçavkirin ku ji van 7 kesan 4 kes hatin girtin. Di nav kesên ku hatin girtin  de  Bedrettîn K. xwediyê fîrmayê, Muhammed Hulusiyê Midûrê Şantiyê, Alî B.yê hostayê montajê û pisporê birêvebirinê Esfet B. heye.

Hat hînbûn 3 kesên din bi şerta kontrola edlî hatine berdan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.