Deriyê Refahê Vebû

Deriyê Refahê Vebû

Deriyê Refahê yê di navbera sînorê Misr û Ğezzeyê de, piştî berdana heft mihafizên sînor yên Misrê hate vekirin.

Deriyê Refahê yê di navbera sînorê Misr û Ğezzeyê de, piştî berdana heft mihafizên sînor yên Misrê hate vekirin.

Li gorî xebera wezareta karên hundir ya hikûmeta Fîlîstînê, pêncşema borî, kesên çekdar 7 mihafizên sînor yên Misrê revandibûn. Li ser vî êrîşê deriyê Refahê hatibû girtin. Piştî berdana van mihafizan, deriyê sînor hat vekirin.

Berî niha li Misrê li herêma el wadî el Ehderê, otobosek hatibû sekinandin, 7 wezîfedarên ewlehiyê ji aliyê kesên çekdar ve hatibûn revandin. Li ser hadîseyê polîsên Misrê protesto kiribûn û deriyê Refahê hatibû girtin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.