Dersên Neqane

Dersên Neqane

Telebeyan Bi Piranî Dersa Quran û Siyerê Hilbijart

Li gor lêkolînên Wezareta Hînkirinê ya li hinek bajaran di nav dersên neqane de dersên herî pir ku hatine neqandin dersa “Heyata Pêxemberê me” û “Quran” e.

Li bajarên Kurdistanê jî digel Quran û Siyerê ‘eleqeyek mezin ji dersa zimanê Kurdî re jî heye..

Li got hatiye hînkirin Wezareta hînkirin û perwerdehiyê ji bajarên wek Stenbol, Amed, Wan, ‘Entab û hin bajarên din ji Anadolê kîjan ders pirtir hatine neqandin xwest hînbike. Netîceyên dawî tê texmîn kirin ku dê di nav hefteyekî de bên beyan kirin.

Li gor netîceyên ‘ewil ku hatine hînkirin dersa ku herî pir hatiye neqandin Siyera Pêxemberê me ye, Peyre jî Dersa Quran û Tetbîqatên Matematîkê tên.

Li bajarên Kurdistanê yên weke Amedê jî Pey Siyer, Quran û Tetbîqatên Matematîkê dersa zimanê kurdî hat. Di hêla dî de wezareta perwerdehiyê xwe amade dike ku mamosteyên zimanê Kurdî ger têrê nekin dê mamosteyên dersên din yên ku bi Kurdî dizanin jî îstîxdam bikin. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.