Dersên Quran û Siyer
Hin Kesan Hewl Dan Ku Bi Tehdîdan Dersa Quran û Siyerê Meni’ Bikin
Li gor ku tê zanîn îsal, dersên Quran û siyerê ketin mufredatên mekteban. Kesên bixwazin dê karibin êdî ji bo zarokên xwe dersên Quran û Siyerê bineqînin. Lê belê derket holê ku hinek kesên mensûbên hinek saziyan ji bo welî van dersan neneqînin tezyîqatan kirine.
Li Mektebeke Edenê a bi navê Kiremîthane Îlkokulu ji 56 telebeyên derbasî sinifa pênca bûne 53ê dersa Quran, Siyer û Me’lûmatên Dînî yên Bingehî neqandin.
Li gor îddîayê; Komeke mi’eliman ku tê îddîa kirin endamên Eğîtîm-Senê ne, bi weliyên van telebeyan re hevdîtin kirine û ji bo tercîhên xwe biguherînin tezyîqat dane ser wan.
Îddîa ne evqas e jî, li gor tê gotin dema nihêrtine ku welî dev ji van dersên neqandine bernadin, vêcarê jî Mudurê mektebê di vê derbarê de tehdîd kirine. Mudur beyan kir ku serê xwe li hember tezyîqatên van kesan netewandiye.
Li ser vê yekê Şaxa Eğîtîm- Sen a Edenê beyanateke medyayî lidarxistin û îddîa kirin ku Mudur di derbarê neqandina Dersên Quran, Siyer û Me’lûmatên Dînî yên Bingehî de rê li ber weliyan xistiye.
Pey vê bê tehemmuliya Eğitim-Senê a li hember dersa Quran û Siyerê hinek saziyên medyayê xeberên wek dewra 28 Sibatê kirin.
Weliyên teleban li ser vê yekê tepkiyên xwe nîşandan û beyan kirin ku Dersa Quran, Siyer û Tecvîdê bi îradeya xwe ya azad neqandine û îdara mektebê bi tu awayî ew tewsiye û îcbara tu dersî ji wan re nekiriye. Welîyan bang rayedaran kirin ku hinek kes ji dersên Quran û Siyerê nerehet in. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.