Dersxane Saleke Din Radibin
Wezîrê perwerdeya mîllî Nabî Avci da zanîn ku rûxsatên dersxaneyan di sala pêş de, nayên nûkirin
Wezîrê perwerdeya mîllî Nabî Avci da zanîn ku rûxsatên dersxaneyan di sala pêş de, nayên nûkirin. Feqet heta dawiya heyama perwerdeyê, ji bo ku xwendekar mexdûr nebin, ew ê dersxane vekirî bimînin. Avci beyan kir ku êdî dersxane bi qanûnê nakeve nav sîstema perwerdeya mîllî.
Berî niha li ser girtina dersxaneyan gelek niqaş hatibûn kirin. Wezîr Avci ji bo girtina dersxaneyan dîrok diyar kir ku wê di sala pêş de rûxsatên dersxaneyan neyên nûkirin. Her wiha îfade kir ku ew ê misaede nedin ku dersxane bi navê “merkeza etudê” fealiyetan bikin. Dersxaneyên ku bixwazin bibin mekteba xisûsî, ew ê ji bo wan 3 sal mihlet bên dayîn.
Avci wiha got: “Heger dersxane bibin mekteb, ew çax wê hem giraniyên di mektebên dewletê de biherike vê sehayê, hem jî zarok du caran eynî ucretê nadin.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.