Desteka Ji Bo Mûrsî
Bi Deh Hezaran Kes Ji Bo Mursî Herikîn Meydana Tahrîrê
Mehkema qanûna esasî a Misrê, meclîsa millet fesix kiribû. Li ser vê rewşê, serokcimhûrê Misrê Muhammed Mûrsî, gazikiribû ku meclîs vebe. Milletê Misrê, ji bo destekê bidin gaziya Mûrsî, bi deh hezaran herikîn meydana Tehrîrê. Ji bo Mûrsî û di ‘aleyhê eskeriyê de slogan avêtin.
Wekî tê zanîn piştî dîktatorê Husnu Mubarek, konseya eskeriyê zorbatiya wî jê girt û di her meselê de dixwaze, bi ser navê mehkema qanûna esasî, zorbatiya xwe xuya bike. Ji ber vê yekê jî, hilbijartina wekîlên meclîsê îptal kiribû, qirara Mûrsî ya derbarê vebûna meclîsê de jî qebûl nekiribû.
Milletê Misrê, ji van tevgerînên eskeriyê, baweriyê bi konseya eskeriyê nayne, dixwaze tehakkum û giraniya eskeriyê yekser rabe. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.