Desteka Ji Gunluoğlu Re
Tessepê Destek Da Wî û Hinek Mesûlên Komelan Serdana Wî Kir
Temsîlkarê Cemiyeta Yeşilayê ya şaxa Mêrdînê Lutfu Gunluoğlu, di xeberdaneke xwe de îfade kiribû ku bi vebûna zanîngeha Artukluyê, li Mêrdînê bêexlaqî û berradayî zêdebuye. Ji ber van gotinên wî, bûbû hedefa medya Tirkiye û Cemiyeta Yeşîlayê jî, der heqê wî de lêpirsîn vekiribû.
Hat îfade kirin ku ji gelek aliyên saziyên sivîl ve, ji Gunluoğlu re destek tên. Ji bo destekdana wî, platforma TESSEPê bi beyanatekê, piştevaniya wî kir, hinek mesûlên komelan jî wî ziyaret kir.
Platforma seferberiya tesetturê TESSEP, bi beyanateke medyayî piştgiriya Lutfu Gunluoğlu kir. Di beyanatê de hat gotin ku sebeba mezin ya bêexlaqiyê, perwerdehiya têkel ya di mekteban de ye ku qîz û xort di nav hev de tahsîlê dikin. Digel tê zanîn jî ev sîstem biînat tê domkirin.
Di beyanatê wiha hat diyar kirin “Serekwezîr dibêje emê nesla dîndar rakin. Lê eşkere ye ku ev gotin tenê di peyvê de ma ye. Xwendekarên sernixumandî li mekteban te’deyan dibînin, sirgûn dibin, digel weliyên xwe tên ceza kirin. Ey serekwezîr! Gelo bi vî awayî li mekteban û li ûnîversîteyan, nesla dîndar radibin yan na?”
Li aliyê din wezîfedarên komela Dost-Der û Cemiyeta Mustezefan ya şûba Qoserê jî serdana Lutfu Gunluoğlu kir. Ziyaretvanan dan zanîn ku Lutfu Gunluoğlu, ji hîssiyatên xelkê re buye tercuman. Gunluoğlu jî ji ber serdanan, xoşhaliya xwe anîn ziman û wiha îfade kir “medya Tirkiye, mexsûs gotinên min çewt û şaş weşandin. Neyta me bellî ye. Min xwest bal bikşînim ser bêexlaqî û bêedebî û dejenere ya di nav civakê de.” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.