Desteka Ji Mûrsî Re
Hem li nav Misrê hem jî li derveyê Misrê desteka ji serekcimhûr Mûhammed Mûrsî re roj bi roj zêdetir dibe.
Hem li nav Misrê hem jî li derveyê Misrê desteka ji serekcimhûr Mûhammed Mûrsî re roj bi roj zêdetir dibe.
Îdara Siûdî Erebîstanê her çiqas cûntaya Misrê tebrîk kiribû jî, millet û alimên Siûdî destekê didin Mûrsî. Hezar û 700 alim û rewşenbîrên Siûdî bi beyanatekê, destek dan Mûrsî. Aliman beyan kir ku, bi berxwedana gelê Misrê yê terefdarê Mûrsî re ne. Her wiha zulm û te’deyên Cûntaya Misrê jî hat îfadekirin.
Serekê teşkîlata yekîtiya alimên misluman ya cîhanê Yusuf el Qeredawî, da zanîn ku, ordiya Misrê ji aliyê qanûnî û dînî ve xeta kiriye ku, dest daye ser îdareyê. Qeredawî beyan kir ku, divê ji lîderekî hatibe hilbijartin re îtaat hebe. Ji lew divê Mûhammed Mûrsî ji nû ve bê ser wezîfa xwe.
Li Tirkiyê jî li Diyarbekir, Eden, Stenbol û hinek bajarên din tepkî hebûn. Li Diyarbekir pey nimêja terawîha li camiya mezin ji bo şehîdên Îxwan nimêja ğiyabî hat kirin. Bi sedan kes bi tekbîr û sloganan tevlî protesto û nimêjê bûn. Tepkî ji aliyê Huda Par ya teşkîlata Amedê ve hat nîşandan. Beyanata medyayî ji aliyê Mahmût Akgul ve hat xwendin.
Li Edenê jî li camiya merkez ya Sabanciyê pey nimêja terawîha, Huda Par û platforma evîndarên pêxember bi hev re, li ber cûntaya Misrê tepkiyên xwe nîşan dan. Ji bo şehîdên ku ji aliyê ordiya Misrê ve hatine qetilkirin, nimêja ğiyabî hat edakirin. Ji bo mislumanên dinyayê dua hat kirin.
Her wiha li Stenbole li camiya Fatîhê pey nimêja terawîha, Cemiyeta Mustezefan ji bo 84 şehîdên Misrê, nimêja ğiyabî da edakirin. Mela Cemal Çinar li pêş nimêj kir. Ji bo mislumanên Misrê dua hat kirin. Bi sedan kes bi tekbîr û sloganan tevlî tepkiyê bûn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.