Desteya Alîkariyê ya Navneteweyî "Avrupa Yetim Eli", beriya Cejna Qurbanê zarokên sêwî ji bîr nekirin

Desteya Alîkariyê ya Navneteweyî "Avrupa Yetim Eli", beriya Cejna Qurbanê zarokên sêwî ji bîr nekirin

Avrupa Yetim Eli, ku çend roj beriya Cejna Qurbanê ji bo zarokên malbatên sêwî û hewcedar bernameyeke lixwekirina kincan da destpêkirin, li navçeya Çêrmûga Diyarbekirê bû şerîkê kêfa cejnê ya zarokên sêwî.

Desteya alîkariyê ya navneteweyî Avrupa Yetim Eli, ku ji bo malbatên hewcedar xebatên alîkariyê dimeşîne, mîna her sal, vê cejnê jî zarokên sêwî bi tenê nehêlan. Sazî bi xebatên xwe yên alîkariya mirovî yên li çar aliyê cîhanê tê naskirin û di nava salê de bi xwarin, kinc, piştgiriya diravî û projeyên cihêreng ên civakî, alîkariyê dighîne malbatên sêwî, bêkes û hewcedar.

Avrupa Yetim Eli li navçeya Çermûka Diyarbekirê ji bo zarokên sêwî û hewcedar alîkariya kincan kir; bi dehan zarokan re li dikanekê hat bileyst û piştgiriya kincên cejnê da wan.

Xwebexşê Avrupa Yetim Eliyê Fikrî Akkilîç, der barê xebata ku hatî meşandin de daxuyanî da û spasiya xêrxwazên ku piştgiriya xwe kêm nekirine kir.

Akkilîç diyar kir ku: "Wekî Avrupa Yetim Eli, em îro li navçeya Çermûkê ne. Em dixwazin ku zarokên me şahî û kelecana cejnê hîs bikin. Îro em li vir kincên cejnê li zarokên xwe dikin. Xwedê xêra xêrxwazên me yên li Ewropayê qebûl bike. Ev xebat bi xêra piştgiriya wan pêk tên. Balkêşana ser sêwiyan û çareserkirina pirsgirêkên wan, li ba Xwedê xebateke pir bi nirş û qîmet e."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.