Destûra Herêma Kurdistanê bikeve referandumê

Destûra Herêma Kurdistanê bikeve referandumê

20 Gulan 2013; 08:00 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi endamên lêjneya pêdaçûna destûrê re civiya. Di civînê de hat gotin ku destûra Herêma Kurdistanê tu kêmasiyek wê ya qanûnî nîne û divê bikeve referandumê.

20 Gulan 2013; 08:00

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi endamên lêjneya pêdaçûna destûrê re civiya. Di civînê de hat gotin ku destûra Herêma Kurdistanê tu kêmasiyek wê ya qanûnî nîne û divê bikeve referandumê. Opozîyon jî dijî referanduma destûrê ye.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, serokê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî îro (19.05.2013) li ofîsa xwe ya li devera Selahedîn a Hewlêrê bi endamên lêjneya pêdaçûna destûra Herêma Kurdistanê re civiya.

Di civînê de zêdetir endamên lêjneyê axifîn û nêrînên xwe li ser destûra Herêma Kurdistanê ku “di heyama 7 salan de hatiye nivîsandin û dariştin” anîn ziman.

Serokê lêjneya pêdaçûna destûrê û sekreterê parlamentoya Kurdistanê Firset Ehmed, behsa çwaniya dariştina destûrê û pêkhateya lêjneyê kir û diyar kir, di lêjneyê de nûnerên hemû pêkhateyên etnîkî, dînî û siyasyî yên Herêma Kurdistanê hene.

Ehmed ragihand ku dariştin û nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê 7 salan ajotiye û ji destûrên 40 welatên cîhanê sûd hatiye wergirtin her wiha nêrînên zana û pispirên biyanî û navxwe derheqê nivîsandina destûrê de hatiye wergirtin û beriya ku destûr ji aliyê parlamentoyê ve bê pesendkirin 5 hezar pêşniyar û şirove ji aliyê gel ve ji wan re hatiye şandin.

Serokê lêjneya pêdaçûna destûrê da zanîn, piştî vê yekê destûr ji aliyê parlamentoya Kurdistanê û bi dengên 96 parlamenteran hat pesendkirin û biryar hat dayîn bikeve referandumê û paşê ji serokatiya Herêma Kurdistanê re hat şandin.

Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Piraniya kesên ku di civînê de amade bûn anîn ziman ku destûra Herêma Kurdistanê tu kêmasiyeke wê ya qanûnî nîne û bi lihevhatineke siyasî hatiye nivîsandin û li gorî gelek destûrên cîhanê destûrek pêşketî û demokratîk e û bi awayekî eşkere jî tê de hatiye gotin ku sîstema rêveberiyê li Herêm Kurdistanê sîstemek parlamenî ye.”

Her wiha hat gotin ku divê naveroka destûrê ji xelkê re bê eşkerekirin û hat xwestin ku nabe êdî xelk di vî warî de bê xapandin û tiştên xelet ji xelkê re bê gotin.

Ji aliyekî din, opozîsyona Herêma Kurdistanê ku ji tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan û Komela Îslamî ya Kurdistanê pêk tê, îro (19.05.2013) ragihand, heta destûr neyê hemwarkirin nabe bikeve referandumê.

Li gorî opozîsyonê beşên girêdayî dabeşkirina desthilatê yên destûrê ne li gorî pîvanê lihevkirina neteweyî hatine nivîsandin lewma divê bên guhertin.

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.