Dewlet Divê Xwestekên Însanî û Îslamî Pêkbîne

Dewlet Divê Xwestekên Însanî û Îslamî Pêkbîne

Berdevkê Hereketa Mustez’efan Parêzer Huseyîn Yilmaz, hadîseyên di rojên dawî de qewimîne nirxand û go: divê tu kes gel di bo şerên xwe yên qirêj neke alet.

Berdevkê Hereketa Mustez’efan Parêzer Huseyîn Yilmaz, hadîseyên di rojên dawî de qewimîne nirxand û go: divê tu kes gel di bo şerên xwe yên qirêj neke alet.

Yilmaz beyan kir ku: “Di van rojên dawî de rojiyên birçîbûnê yên ku hinek mensûbên Pkkê dane destpêkirin beşek jê êdî bûne rojiyên mirinê. Ji ber vê yekê di xwepêşandin û gavên têne avêtin de gel tê meğdûr kirin.”

Parêzer Yilmaz beyanata xwe wisa domade: “Dewlet divê ku xwestekên meşrû’ û însanî yên ku rojiya mirinê digrin qebûl bike û li girtîgehan ji bo jiyaneke însanî çi divê bicihbîne. Ev yek mesûliyeta dewletê ye.”

Yilmaz di derbarê xweparastina bi zimanê zikmakî de jî go: “ Xwesteka xweparastina bi zimanê Kurdî, Tirkî zanibe jî nizanibe jî heqqekî meşrû’ e. Xwestekên însanî û Îslamî tu kes nikare bi şertê ku Pkk sîlah berde ve girêde. Heger van heqqan bên dayîn wê Pirsgirêka Kurd çareser bibe. Heger van heqqan neyên dayîn wê Pirsgirêka Kurd û Pirgirêka Pkkê di nav hev de bidome.” 

Parêzer Yilmaz, di derbarê teqîna Şemzînanê ku mirina zarokekî 11 salî di wê teqînê de jî go: “Heger hinek dixwazin îlle şer û cengê bikin bila vê şer û cenga xwe dûrî gelê me bikin.”

Yilmaz dîsa beyan kir ku: “Hedefên Pkkê ketine pêşiya jiyana gel û ev yek ğelet e.” www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.