Dewlet Qumarê Teşwîk Dike

Dewlet Qumarê Teşwîk Dike

Di Her Sersalê De Bi Leyz û Qumarên Heram, Silametiya Malbatan Xera Dikin

 Dewlet divê di çarçova fêhma sosyalê de, millet û cemiyetê ji xerabiyan mihefeze bike, riyên fesad û heramiya bigre, hizûr û silametiya malbat û însana ava bike.

Van tedbîr û wezîfe li alîkî, mixabin îro dewlet bi xwe teşwîkî riyên heram û qumarê dike, bi xeyala zengînbûniyê, hizûr û silamet û mala gelek însana xeradike. Bi leyzên heram, bi perên heram psîkolojiya millet û cemiyetê xera dike.

Wekî tê zanîn, her devê deriyê sersalê, dewlet millet teşwîkê leyîstikên piyangoya mîlliya şensê dike. Van leyistikên şens û qumarê, goya wê ji dewletê re kar be û ji hinek kesan re jî, qezenc û şens be. Lê heta niha tu kesî ji vê şensê tu xêr nedîtiye, ji ber van qumar û perên heram, gelek mal xerabûne, hizûr û silametî li ba gelek xeyalgirtiya nemaye.

Alim û zanayên dînû diyanet û milletê, hemî didin zanîn ku van leyistikên şens û qumarê, heram in. Perê heram ne xêrê tîne û ne jî pê xêr tê kirin. Digel heramiya wê jî, qumara piyango her sal bi destê dewletê tê teşwîk kirin.

Ji alimên herêmê Mela Sahab Korkutata û Mela Beşîr Şîmşek îfade kirin ku piyangoya mîllî li gor emrê Xweda qetî heram e.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.